Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Ji Qibrisê ji bo Rojava bang li YE û NY’ê kirin: Sivîlan biparêzin

Maclisa Qibrisê, êrîşên li ser Kurdên li Rojava wekî binpêkirina qanûna navneteweyî bi nav kir û bang li YE û NY kir ku ji bo parastina sivîlan û misogerkirina alîkariya mirovî bi lez têkevin nav tevgerê.

Meclisa Nûneran a Komara Qibrisê, li ser pêşniyara ku ji hêla Parlamentera Partiya Kesk Alexandra Attalidou ve hatî pêşkêş kirin, bi yekdengî biryarek hevgirtina li dijî êrîşên li ser Kurdên li Rojava pejirand.

Di biryara ku Meclisê hat pejirandin de that diyarkirin ku êrîşên ku li Rojava ji hêla çeteyên ku ji hêla rejîma Erdogan û hêzên hikûmeta demkî ya li Şamê ve têne piştgirîkirin ve têne kirin binpêkirina qanûna navneteweyî ne. Meclisê daxuyand ku êrîş bûne sedema mirina sivîlan, koçberbûna nifûsê û bêîstîqrariya sîstematîk a herêmê.

Di biryarnameyê de girîngiya têkoşîna Kurdan a li dijî DAê hate naskirin, di heman demê de bal kişand ser xetereyên ku ji ber berdana bi hezaran çeteyên DAÎŞ’ê ji girtîgeha Holê çêdibin. Di biryara meclisê de her wiha peyamek hevgirtinê bi gelên ku ji êrîşan bandor bûne re hat dayîn û hevgirtina bi Kurd, Xiristiyanên Ortodoks, Ermenî û Elewiyan re hat ragihandin.

Meclisa Qibrisê piştgiriya xwe ji bo hemû hêzên demokratîk ên li welêt tên çewisandin ragihand û daxwaz kir ku Qibris a ku Serokatiya Konseya Yekîtiya Ewropayê dike, mijarê bişîne saziyên pêwendîdar ên YE’yê. Her wiha bang li YE û welatên endam ên wê kir ku  ji bo parastina sivîlan, rawestandina êrîşan û rêzgirtina ji bo qanûna navneteweyî misoger bikin tedbîrên lezgîn û şênber bigirin.

Meclisê her wiha pêwîstiya hesabpirsîna navneteweyî û lêpirsîna sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê bi bîr xist. Bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku rêyên alîkariya mirovî û xwarinê yên bê astengî, ewle û domdar ji bo Rojava misoger bikin.

Xalên sereke yên biryara hatiye pejirandin ev in:

-Şermezarkirina êrîşên li dijî gelê Kurd li Rojava
-Qebûlkirina rola Kurdan a di şerê li dijî DAIŞê de
-Fikara li ser berdana endamên DAÎŞ’ê ji girtîgeha Holê
-Hevgirtina bi kesên ku ji êrîşan bandor bûne re
-Hevgirtina bi hêzên demokratîk ên li welêt ên ku rastî zordariyê tên re
-Komara Qibrisê dê mijarê bişîne saziyên YE’yê
-YE û welatên endam sivîlan biparêzin û êrîşan rawestînin
-Berpirsiyariya navneteweyî ji bo sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê
-Ji bo misogerkirina alîkariya mirovî ya bê astengî, ewle û berdewam ji bo Rojava bang li NY’ê kir