Wezîrê Karên Derve yê Danîmarkayê berê û endamê Parlamentoya Ewropayê Villy Søvndal derbarê Rojava de nameyek ji Nûnera Bilind a Karên Derve û Siyaseta Ewlehiyê ya Yekîtiya Ewropayê Kaja Kallas re şand. Søvndal di nameya xwe de diyar kir ku divê Yekîtiya Ewropayê bersivek zelal û domdar bide rewşa ku Kurd li Sûriyeyê pê re rû bi rû dimînin.
Søvndal anî ziman ku ji bo Kurdan ne tenê sempatî, piştgiriyek şênber hewce dike û bi bîr xist ku her çiqasî bala cîhanê li ser krîzên din e jî, herêmên Kurdan ên Sûriyeyê careke din rastî êrîşên leşkerî tên. Søvndal diyar kir ku ev êrîş encamên giran li ser sivîlan çêkirine û destnîşan kir ku hêzên herî aram û demokratîk ên herêmê di bin gefên cidî de ne.
Søvndal bal kişand ser rola diyarker a ku Kurdan di şerê li dijî DAÎŞ’ê de lîstine û bi bîr xist ku wan avaniyên rêveberiya herêmî li ser bingeha laîk, wekhevî û rêzgirtina ji bo kêmneteweyan ava kirine. Søvndal diyar kir ku aramiya li Rojava di nav Sûriyeyeke parçebûyî de ne tesaduf e û bêçalakiya civaka navneteweyî peyamek xeternak dişîne.
Søvndal got, “Dema ku Rojava di bin êrîşê de ye bêdeng mayîn tê wateya ku kesên ji bo demokrasî û mafên mirovan têkoşiyan dê dema ku hewce bike wê piştgiriyê negirin.” Søvndal znî ziman ku ev ji bo Ewropayê ne tenê exlaqî ye di heman demê de erka wê ya di aliyên siyasî û ewlehiyê jî hene. Søvndal wiha domand, "Dema ku Rojava di bin êrîşê de be û civaka navneteweyî bêçalak dimîne, peyamek xeternak tê şandin: Kesên ku ji bo demokrasî û mafên mirovan têdikoşin dema ku bi rastî hewceya wan bi me çêdibe û em nedin, wê baweriya xwe bi piştgiriya me neynin. Di vî alî de berpirsyariya Ewropayê heye. Ev yeke ne tenê b exleqî, di heman demê de bi siyasî û ewlehiyê ve girêdayî ye."
Søvndal destnîşan kir ku aramiya li herêmê parastina hevalbendan û parastina serweriya hiqûqê hewce dike û bang li Yekîtiya Ewropayê kir ku helwestek zelal û yekgirtî ji bo rewşa Kurdên li Sûriyeyê bigire. Søvndal nameya xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Heta di vê rewşê de jî, bêdengî ne bêalîbûn e; ew hilbijartinek e."