Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Parlamentoya Holandayê, ji YE’yê xwest ku li ser Sûriyê zextê bike

Meclisa Nûneran a Holendayê, ji bo rawestandina binpêkirinên li dijî Kurd û kêmneteweyan li Sûriyê, ji hikûmetê xwest ku li ser asta YE’yê zexta siyasî û dîplomatîk bike. Ev pêşniyar bi piraniyeke mezin hate pejirandin.

Di 28’ê Çileya 2026’an de, Meclisa Nûneran a Holandayê (Tweede Kamer) di dengdanê de pêşniyara ku ji hikûmetê dixwaze li ser asta Yekîtiya Ewropayê (YE) zext li ser rêveberiya Sûriyê were kirin, bi 146 dengan pejirand.

Pêşniyara ku ji aliyê Chris Stoffer (SGP) û Don Ceder (ChristenUnie) ve hatibû pêşkêşkirin, diyar dike ku ji ber şer û bombebaranan li Sûriyê zêdetirî 100 hezar Kurd ji Helebê koçber bûne, Kobanê zêdetirî hefteyekê bê av, elektrîk û înternetê maye û çeteyên DAİŞ’ê ji girtîgehan revîne.

Di pêşniyarê de hate gotin ku rêveberiya Sûriyê ya heyî şertên ku ji Ewropayê ji bo piştgirî û normalîzekirina têkiliyan dixwaze di pratîkê de binpê dike. Her wiha hate bibîrxistin ku berê jî parlementoyê piştgiriya YE’yê ya ji bo Şamê bi şertên hişk, bi taybetî rewşa kêmneteweyan ve girê dabû.

BANG LI HIKÛMETA HOLENDAYÊ

Bi vê pêşniyarê ji hikûmeta Holendayê tê xwestin ku:

- Li ser asta YE’yê zexta siyasî û dîplomatîk li ser rêveberiya Sûriyê bike,

- Piştgiriya darayî ya rasterast nede rêveberiya navendî,

- Fonên muhtemel tenê ji bo avakirina saziyeke berfireh û hesabpirsîn were bikaranîn,

- Ji mekanîzmayên rasterast an nerasterast ên ku dibe bibin sedema binpêkirinên mafên mirovan dûr bikeve.