Pêngava ‘Save the Kurds Act’ ji senatorên DYA’yê
Senatorên DYA’yê Lindsey Graham û Richard Blumenthal, li dijî êrişên li ser Rojava, Pêşniyazzagona Parastina Kurdan amade kirin.
Senatorên DYA’yê Lindsey Graham û Richard Blumenthal, li dijî êrişên li ser Rojava, Pêşniyazzagona Parastina Kurdan amade kirin.
Dema ku ji 6’ê Rêbendanê ve êrişên li ser Rojava û Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin, ji Senatoya DYA’yê gaveke balkêş hat avêtin. Senatorê Komarparêz Lindsey Graham û Senatorê Demokrat Richard Blumenthal, li dijî êrîşên li ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku Kurd pêşengiya wê dikin, pêşniyazagoneke bi piştgiriya her du partiyan a bi navê “Save the Kurds Act” (Zagona Parastina Kurdan) pêşkêş kirin.
Heke ev pêşniyaz bibe zagon, dê li ser êrîşên hêzên hikûmeta Sûriyeyê yên li dijî HSDê û her wiha li ser kes û saziyên piştgiriyê didin van êrişan ceza werin sepandin. Senator tekez dikin ku ev êrîş ne tenê aramiya herêmî, lê ewlehiya leşkerên Amerîkî û destkeftiyên di têkoşîna li dijî DAÎŞê de hatine bidestxistin jî dixe metirsiyê.
‘HSD STÛNA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ DAÎŞÊ BÛ’
Di daxuyaniya hevpar a derbarê pêşniyazzagonê de hate bi bîrxistin ku HSDê di têkoşîna DYAyê ya li dijî DAÎŞê de roleke kîlît lîstiye. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku piştî hilweşandina xelîfetiya DAÎŞê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin kontrola HSDê de ye, girtîgehên endamên DAÎŞê lê ne û nêzî hezar leşkerên Amerîkî li wir erkdar in.
Senatoran hişyarî dan ku êrîşên li ser HSDê rîska ji nû ve xwe amade kirina DAÎŞê zêde dike û hate diyarkirin ku “Parastina hevalbendên DYAyê dema ku di bin gefê de ne, pêdiviyeke ewlehiya neteweyî ye.”
BALKIŞANDINA SER TIRKIYEYÊ Û FIKARÊN HERÊMÎ
Di daxuyaniyê de her wiha hate angaşt kirin ku delîl hene ku êrîşên li ser Kurdan bi koordînasyona dewleta Tirk têne meşandin. Senatoran diyar kir ku ev rewş dikare ji bo polîtîkaya DYAyê ya Sûriyeyê û têkiliyên bi rêveberiya nû ya Colanî re encamên cidî bîne.
PÊŞNIYAZQANÛN ÇI DI NAV XWE DE DIHEWÎNE?
Di çarçoveya “Qanûna Parastina Kurdan-Save the Kurds Act” de ev xalên sereke derdikevin pêş:
GRAHAM: ÊRIŞA LI SER KURDAN ZIRARÊ DIDE ÎTIBARA DYA’YÊ
Senatorê Komarparêz Lindsey Graham dema pêşniyazqanûn ragihand, ev gotin bikar anîn:
“Ez bawer dikim ku parastina Kurdan xwedî piştgiriyeke bihêz a her du partiyan e. Ji ber ku Kurd ji bo DYAyê bûn hevalbendekî pir pêbawer. Di dema yekem a Trump de, barê têkoşîna têkbirina DAÎŞê HSDê hilda ser milên xwe. Sûriye dibe ku welatekî kompleks be; lê êrîşkirina li ser Kurdan, sekna DYAyê lawaz dike û rê li ber geşedana Sûriyeyê wekî welat digire. Yên ku difikirin serdemeke êrîşên bêencam li dijî Kurdan heye, dê bibînin ku ew pir xelet in.”
Senatorê Demokrat Richard Blumenthal jî di daxuyaniya xwe de got, “Ji bo parastina Kurdan li Sûriyeyê û ji bo ku nebin armanca tu êrişên tolhildanê, divê gavên şênber werin avêtin.”
PROTESTOYÊN KÛREWÎ Û BERTEKÊN DÎPLOMATÎK
Li aliyê din, dorpêçkirina Kobanê û êrişên li ser Rojavayê Kurdlandê, ji 6’ê Rêbendanê ve li parçeyên cuda yên Kurdlandê, li Ewropa û li gelek bajarên cîhanê bi protestoyên ku bi sed hezaran kes tevlî bûn têne şermezar kirin. Di Parlamentoya Ewropayê (AP), Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) û parlamentoyên neteweyî yên cuda de jî daxuyaniyên şermezar kirina êrîşên li ser Rojavayê Kurdlandê hatin dayîn.