Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e
BI DÎMEN

Jinan ji bo Rojava li Bielefeldê meşiyan

Li Bielefeldê li ser banga TJK-E’yê hêla jinên Kurd û dostên wan ên AElman ve çalakiya piştgiriyê ya ji bo Rojava hat lidarxistin. Berfa zêde jî pêşiya meşa jinan negirt.

Li bajarê Bielefeld ê Elmanyayê, li ser banga Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê (TJK-E) ji hêla jinên Rojava ve çalakî hat lidarxistin. Jnên Kurd û dostên wan ên Elman beşdarî çalakiyê bûn. Tevî berfa zêde jî beşdarbûn zêde bû.

Çalakî bi sirûda "Ey Reqîb" dest pê kir û bi meşek bêdeng berdewam kir. Jin ji Hauptbahnhofê heta pêşiya avahiya şaredariyê meşiyan. Çalakî ji bo balê bikşînin ser êrîşên ku jin û gelê li Rojava pê re rû bi rû ne û ji bo nîşandana hevgirtinê hat lidarxistin.