Li Osloyê çalakiyên piştgiriya Rojava didomin
Li paytexta Norwêcê Osloyê çalakiyên piştgiriya Rojava di hefteya duyemîn de jî berdewam kirin.
Li paytexta Norwêcê Osloyê çalakiyên piştgiriya Rojava di hefteya duyemîn de jî berdewam kirin.
Li paytexta Norwêcê Osloyê çalakiyên piştgiriya Rojava berdewam kirin. Êvarê saetên dereng li ber Stasyona Trenê ya Navendî ya Osloyê Kurdistanî û dostên wan li hev civiyan, êrîşên HTŞ, DAIŞ û dewleta dagirker a Tirk li ser Rojavayê Kurdistanê protesto kirin.
Di çalakiyê de helwesta berxwedana gelê Kurd li hemû Kurdistanê hate silavkirin. Beşdaran gelek caran dirûşmeyên “Bîjî berxwedana Rojava”, “Bîjî berxwedana Kobanê”, “Gelê Kurd yek e”, “Jin, jiyan, azadî” û “Bîjî berxwedana gelê Kurd” berz kirin.
Çalakî bi peyamên piştgiriyê û hevgirtinê bi dawî bû.