Yekîtiya Suryaniyên Ewropayê: Li Rojava krîza mirovahiyê kûrtir dibe
Yekîtiya Suryaniyên Ewropayê (ESU) diyar kir ku êrîşên li ser sivîlan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde dibin û daxuyand ku li herêmê krîza mirovahiyê ya lezgîn û wehîm tê jiyîn.
Yekîtiya Suryaniyên Ewropayê (ESU) diyar kir ku êrîşên li ser sivîlan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde dibin û daxuyand ku li herêmê krîza mirovahiyê ya lezgîn û wehîm tê jiyîn.
ESU di daxuyaniyek nivîskî de bang li Yekîtiya Ewropayê, DYE, Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mirovî yên navneteweyî kir ku tavilê gavên şênber bavêjin.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di 15 salên borî de, Suryan, Kurd, Ereb û Ermenî bi hev re li dijî rêxistinên terorîst, di serî de DAÎŞ’ê têkoşîn kirine û di vê pêvajoyê de bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dane.
Hat diyarkirin ku berevajî vê rêveberiya demkî ya li Şamê û komên çekdar ên radîkal ên girêdayî Tirkiyeyê êrîşên berfireh û sîstematîk li dijî gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn pêk tînin.
Hat destnîşankirin ku sivîl rasterast dibin hedef, koçberiya bi darê zorê çêdibe û ev sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê ne.
Yekîtiya Suryaniyên Ewropayê (ESU) diyar kir ku bi ser kampên DAÎŞ’ê yên ku berê di bin kontrolê de bûn, hatinegirtin, di encamê de bi hezaran endamên rêxistinê hatine berdan, piştre hatie çekdarkirin û li kêleka hêmanên HTŞ’ê beşdarî êrîşan bûne.
Hat destnîşankirin ku ev rewş bûye sedema vejîna gefa DAÎŞ’ê û ji bo aştî û ewlehiya navneteweyî xetereyên cidî çêdike.
Di daxuyaniyê bal kişand ser êrîşên li dijî kêmneteweyên Elewî, Durzî û Xiristiyan û her wiha komkujiya li Dêra Mor Elyas li Şamê . Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku polîtîkayên bêcezatiyê rê li ber sûcên nû vedikin. ESU daxwaz kir ku civaka navneteweyî zextê li ser rejîma Şamê û Tirkiyeyê bike û kesên berpirsiyar li ber dadgehên navneteweyî hesab bidin.
Yekîtiya Suryaniyên Ewropayê daxwazên xwe wiha rêz kir:
• Ji bo rawestandina êrîşan, divê civaka navneteweyî tavilê tpkeve nava tevgerê.
• Divê hêzên navneteweyî parastina sivîlên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike.
• Divê tavilê komkujî bên rawestandin û berpirsiyaran li ber dadgehên navneteweyî hesab bidin.
• Divê hêzên koalîsyonê bi lez mudaxeleyî van pêşketinên ku dibin sedema ji nû ve rêxistinbûna DAİŞ’ê bike.
• ji bo gelê Asûrî ji êrîşên komên cîhadîst bên parastin divê tedbîr bên girtin.