Li bajarê Liverpool ê Îngilîstanê, li dijî êrîşên li ser Rojava çalakiyeke girseyî hate lidarxistin. Kurdistaniyên ji çar parçeyên Kurdistanê û enternasyonalîst tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de êrîşên HTŞ û avaniyên cîhadîst hatin protestokirin.
Girseya ku li pêşiya Liverpool Lime Street li hev kom bûn, ji bo bîranîna Şehîdên Kurdistanê deqîqeyek rêz girtin. Piştre daxuyaniya çapemeniyê hate xwendin.
Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê endamên Meclîsa Gel a Kurd a Liverpoolê Ozgur Dep û Meryem Hesekê û endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) Cudî Rojava ve hat dayîn. Di daxuyaniyan de hêzên cîhadîst ên ku li Sûriyeyê ji nû ve hatine rêxistinkirin û piştgiriya Tirkiye ji van avaniyan re bi zimanekî tund hate protestokirin.
Di axaftinan de hate bi bîr xistin ku Tirkiye di sala 2014’an de sînorên xwe ji bo çeteyên DAÎŞ’ê vekiribû û li hemberî vê YPG û YPJ’ê li Rojava ji bo mirovahiyê berxwedaneke dîrokî dabûn. Her wiha hate diyarkirin ku ji nû ve xurtbûna DAÎŞ’ê, ne tenê ji bo Rojava û Kurdistanê, ji vo ewlehiya kûrewî jî gefekî cidî ye.
Di çalakiyê de peyama piştevaniyê ji bo YPG, YPJ û hemû gelên li Rojava hate dayîn û hate destnîşankirin ku şehîd ne bi bêdengî bi têkoşînê werin bi bîr anîn. Çalakî bi dirûşmeya “Bijî Berxwedana Rojava” bi dawî bû.