Endamê Parlamentoya Ewropayê Costas Mavrîdîs, di axaftina xwe ya li Komîteya Karên Derve ya Parlamentoya Ewropayê de, bêdengiya civaka navneteweyî ya li ser pêşketinên li Sûriyeyê bi tundî rexne kir. Mavrîdîs bal kişand ser êrîşên domdar ên li dijî kêmneteweyên etnîkî û olî û got, "Bêdengî xeletiyek e, heta hevkariya sûc e.”
Mavrîdîs di rûniştina bi pêşenyiya Serokatiya Demê ya Qibrisê hat kirin de axivî û ji beşdaran re bi bîr xist ku piştî hilweşandina rejîma Esed derfetek dîrokî ji bo aştî û aramiyê derketiye holê. Mavrîdîs diyar kir ku di vê pêvajoyê de Parlamentoya Ewropayê du şertên bingehîn ên zelal hene: di serî de Xiristiyan û Kurd parastina kêmneteweyan e û hevkariya bi hêzên cîhadîst re neke.
Mavrîdîs destnîşan kir ku pêşketinên di du hefteyên dawî de van hêviyan vala derxist û diyar kir ku êrîşên li ser Rojava, berdana endamên DAÎŞ’ê û pêla tundiyê helwesta niha ya Yekîtiya Ewropayê anî ber pirsyarîkirinê. Mavrîdî wiha got, "Ev rewş dihêle ku serokatiya demê ya Qibrisê ji nêz ve meseleya Sûriyeyê bişopîne.”
Mavrîdîs bal kişand ser Tirkiyeyê û wiha berdewam kir: "Em hemû dizanin ku rejîma Erdogan ê ku axa Qibrisê ya YE’yê dagir kiriye, di nava vê pêvajoyê de ye." Mavrîdîs anî ziman ku nabe Qibris bêdeng bimîne û diyar kir ku ev hem berpirsiyariyek exlaqî ye û heke bêdeng bimîne ev ê xeletiyek jeopolîtîk be.
Wezîrê karên Derve yê Qibrisê Konstantinos Kombos di bersiva Mavrîdîs de diyar kir ku Yekîtiya Ewropayê ji destpêkê ve derbarê Sûriyeyê de siyasetek hayjixwe heye. Kombos anî ziman ku tevlîkirin û parastina kêmneteweyan di rêveberiyê de xalek referansê ya bingehîn a YE’yê ye û ji ber erdnîgariya Sûriyeyê nêzîkî Qibrisê ye, ev mijar wê were rojeva Konseya YE’yê.