Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e
BI DÎMEN

Li Fransayê seferberiya ‘Rojava biparêze’ bersiveke xurt girt

Di çalakiyên ku di çarçoveta banga ‘Rojava Biparêze’ ya KCK’ê de hate lidarxistin de, êrîşên li ser Rojava hatin protestokirin û bang li Ewropayê hat kirin ku berpirsyariyê bigre.

Banga ‘Rojava Biparêze’ ya KCK’ê, li seranserê Ewropayê deng veda.Di çalakiyên girseyî yên li Parîs, Cannes û Rounê de, şoreşa Rojava hat silavkirin û êrîşên HTŞ-DAÎŞ û dewleta Tirk, bi zimanekî tund hate şermezarkirin. Di çalakiyan de, banga, “Vî serî rawestînin, deynê xwe ya li hemberî gelê Kurd bidin” li welatên Ewropayê hate kirin. Fransiyên dostên Kurdan jî tevlî çalakiyê bûn.

PARÎS: DEM HATIYE KU DEYNÊ XWE YA LI HEMBERÎ KURDAN BIDIN

Li Parîsê, girseya ku ji bo silavkirina şoreşa Rojava li hev civiyan, ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê deqîqeyek rêz girtin. Welatiyên Fransî jî tevlî çalakiyê bûn û piştgirî dan.

Di çalakiyê de Diyar Botan axivî. Botan bal kişand ser qirkirin, zext û zilma li ser Roajva û bang li welatên Ewropayê kir: “Vî şerî rawestînin. Hûn heta vê rojê deyndarê gelê Kurd bûn, îro dema dayîna deynê xwe ye.”

Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û sirûdên, “Ey Reqîb” û “Çerxa Şoreşê” bi dawî bû.

LI CANNESÊ BERTEK NÎŞANÎ COLANÎ YÊ KUJER HATE DAYÎN

Li Cannesê, bi sedan kes êrîşên çeteyên HTŞ’ê ya di bin serokatiya kujer Colanî de li ser Rojava, protesto kirin. Girseya ku li pêşiya Walîtiya Cannesê li hev kom bûn, piştî deqîqek rêzgirtinê, dirûşmeyên, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî YPG” û “Bijî YPJ” berzkirin.

Hevserok Melice Dînç ku di çalakiyê de axivî, destnîşan kir ku çete sivîlan hedef digrin û wiha got: “Îro li Rojava şerek heye. Zarok ji ber sarmayê jiyana xwe ji dest didin. Bila seriyê sînor ê Sêmalka tavile were vekirin.”

Beşdaran banga rawestandina êrîşên Colanî û çeteyan ên li ser Rojava, li raya giştî ya navneteweyî kirin. Mitîng bi dirûşmeyên azadiyê bi dawî bû.

ROUEN DI ÇALAKIYA ‘ROJA BIPARÊZE’ DE PEYAMEKÎ XURT DA

Li bajarê Rouen ê girêdayî Herêma Normandiya ya Fransayê, bi dirûşmeya “Rojava Biparêze” çalakiyeke girseyî hate lidarxistin. Gelê Kurd û dostên wan bi girseyî tevlî çalakiyê bûn.

Tevî hewaya sar jî, ji Hotel de Ville-Rouen heta navenda bajêr meş hate lidarxistin. Di axaftinan de êrîşên li ser Rojava bi zimanekî tund hatin protestokirin. Axaftvanan bal kişandin ser girîngiya dîrokî ya berxwedana ku li Rojava bi pêşengiya jinan li ser bingeha demokrasî û azadîxwaziyê ji bo hemû gelan.

Di tevahiya çalakiyê de, dirûşmeyên,  “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî YPG û YPJ”, “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî Kurdistan” hatin berzkirin. Beşdaran bal kişandin ser yekîtiyê û destnîşankirin ku ew ê piştgiriya xwe ya ji bo xelkê Rojava bidomînin.

Di çalakiyê de jinên Kurd porên xwe kirin kezî ku piştevaniya berxwedana jinên Kurd nîşan dike. Ev çalakiya sembolîk, ji aliyê girseyê ve demekî dirêj hate çepikkirin.

Çalakî bi stran, dirûşme û bangên piştevaniyê heta saetên dereng dewam kir.