Meclisa Bajarê Frankfurtê têkildarî krîza mirovî ya li Kobanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê fikarên xwe yên kûr nîşan da û biryara protestokirina dorpêçkirina herêmê ya ji aliyê çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê wergirt.
Meclisê daxwaz kir ku Hikûmeta Federal a Elmanyayê bandora xwe ji bo parastina kêmneteweyan jî di nav de ye, gelan bikar bîne da ku ji bo bidawîkirina dorpêçkirina li Kobanê û misogerkirina gihîştina bê asteng a hewcedariyên sivîlan tedbîran bigire. Maclisê bang li Hikûmeta Federal kir ku bi rêyên dîplomatîk tedbîran bigire da ku korîdorek mirovî vebe û gihîştina av, elektrîk, xwarin û alîkariya tibbî misoger bike.
Di beşa hinceta biryarê de ev xal cih girtin:
"Frankfurt am Main bi rêya Komeleya Dostaniyê ya Frankfurt-Kobanê (Frankfurt-Kobanê e. V.) demek dirêj e bi bajarê Kobanê re di nava têkiliyê de ye. Komeleyê têkiliyên civaka sivîl ên xurt di navbera her du bajaran de ava kiriye û niha xebatên alîkariya mirovî ku di nav de kampanyayên berhevkirina pereyan ji bo kesên hewcedar, dimeşîne. Raporên komeleyê û rêxistinên navneteweyî nîşan didin ku rewşa li ser qadê xirabtir bûye.
Kobanê bi salan e li dijî Dewleta Îslamî sembola berxwedanê ye, di heman demê de di parastina demokrasiya bingehîn, wekheviya zayendî û cihêrengiya olî û etnîkî de mînak e. Van avaniyan û mirovên ku li wir dijîn di paşxistina DAÎŞ’ê tevkariyeke mezin kirine.
Êrîşên heyî û bêîstîqrariya herêmê ne tenê rewşa mirovî ya sivîlan xirabtir dike, di heman demê de xetera ku torên terorîst ên Îslamîst ên radîkal ji ber zexta li ser girtîgeh û kampan dîsa xurt bibin zêde dike. Ev yek gefê li ser nifûsa herêmî diafirîne û encamên wê li ser ewlehiya navneteweyî hene.
Kobanê zêdetirî hefteyekê ye di bin dorpêçê de ye. Zêdetirî 400,000 kes ji ber bombebaran û sabotajên li ser binesaziyê ji ber qutbûna tevahî ya xizmetguzariyên av û elektrîkê, înternet û telekomunîkasyonê, bandor bûne. Di heman demê de, kêmbûna germahiya hewayê, digel kêmbûna sotemeniyê rewşê xirabtir kiriye û bûye sedema ku gelek zarok û kal û pîr bi enfeksiyonên nefesê bikevin.
Nexweşxane kêmasiyên derman, mamaya pitikan û oksîjenê dijîn. Binesaziya Kobanê ji ber malbatên ku ji êrîşên artêşa Sûriyeyê ji Reqa, Tebqa û deverên derdorên din hatine, ketiye bin barekî giran.
Neteweyên Yekbûyî rewşa karesat a li Kobanê piştrast dike. Tê ragihandin ku hemû rêyên ku diçin bajêr girtî ne, û radestkirina xwarinê ji hêla hêzên ku dorpêçê bicîh tînin ve tê astengkirin. Ev binpêkirina qanûna mirovî ya navneteweyî ye.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî qutbûna sîstematîk a av, elektrîkê û xizmetguzariyên ragihandinê wekî binpêkirinek giran a qanûnê dibîne û daxwaza destwerdana navneteweyî dike da ku korîdorek mirovî ji bo Kobanê were afirandin.
Di heman demê de, gumanên cidî hene ka gelo hikûmeta demkî ya Sûriyeyê dikare parastina kêmneteweyan, mafên jinan û azadiyê misoger bike. Ji ber vê yekê, pir girîng e ku civaka sivîl û avaniyên demokratîk ên heyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêtir neyên bêîstîqrar kirin, lê belê bi awayekî siyasî û mirovî werin piştgirîkirin.
Frankfurt am Main xwe wekî bajarekî navneteweyî û hevgirtî bi civaka sivîl a bihêz xwe pênase dike. Di vê çarçoveyê de, hewceye ku di nav derfetên şaredariyê de peyamek zelal were şandin da ku sivîlan biparêze, bi qanûnên navneteweyî re tevbigerin û piştgiriya hêzên demokratîk bike.”
Komên ku biryar pêşkêş kirine ev in:
Koma GRUNE: Dr. Katharina Knacker & Dimitrios Bakakis
Koma SPD: Ursula Busch
Koma Volt: Martîn Huber