Li Lûksembûrgê bi hezaran kes ji bo statûya Rojava meşiyan
Li Lûksembûrgê, gelê Kurd û dostên wî li Meydana Clairfontaine çalakiyeke girseyî lidar xistin. Di axaftinan de bang li naskirina statûya siyasî ya Rojava hate kirin.
Li Lûksembûrgê, gelê Kurd û dostên wî li Meydana Clairfontaine çalakiyeke girseyî lidar xistin. Di axaftinan de bang li naskirina statûya siyasî ya Rojava hate kirin.
Li Meydana Clairfontaine saet 14:30’an de bi beşdariya gelê Kurd û dostên wî çalakiyeke mezin pêk hat. Bi hezaran kes li hev civiyan û di çalakiyê de nûnerên partiyên siyasî, komel û înîsiyatîfên aştiyê axivîn.
Di axaftinên li meydanê de ji aliyê civaka Kurd Îsa Yagbasan, nûnerên Partiya Déi Lénk a Lûksembûrgê, Partiya Keskan (Green Party), Platforma Aşitiyê PEACE in Rojava, Koma Çalakvanên Aşitiyê ya Katalonyayê û nûnerê Civaka Dûrzî cih girtin. Hemû axaftvanan di daxwaza naskirina statûya Rojava de hevpar bûn. Her wiha di axaftinan de hate destnîşankirin ku pêvajoya niha wekî ku Rêber Apo jî gotibû “komploya duyemîn a 15’ê Sibatê” ye. Nûnerê Civaka Dûrzî jî bang li berçavgirtina daxwazên azadî û mafên demokratîk ên civaka xwe kir.
Piştî axaftinan gel ji Meydana Clairfontaine ber bi Garê Trenê yê Lûksembûrgê meşiya. Meşa nêzî 4 kîlometreyî li ser yek ji rêyên herî qelebalix ê bajêr, Cadeya Anna hate kirin û ev cadeya sereke hate girtin. Meş ji berê Parlamentoya Ewropayê û Dadgeha Bilind a Îdare ya Lûksembûrgê re derbas bû û li Garê Trenê bi dawî bû.
Di dema meşê de beşdaran dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Yekê yekê gelê Kurd yek e”, “Terorîst Colanî”, “Terorîst Tirkiye”, “Terorîst Erdogan” berz kirin. Di axaftina dawiyê ya li Garê Trenê de jî berxwedana gel hate silavkirin.