Li Helsînkî Kurd dîsa li qada bûn
Kurdistaniyên li paytextê Fînlandiya Helsînkiyê li dijî êrîşên çeteyên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk ên li ser Rojava, dîsa daketin qadan û êrîşên dagirkerî û komkujiyê protesto kirin.
Kurdistaniyên li paytextê Fînlandiya Helsînkiyê li dijî êrîşên çeteyên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk ên li ser Rojava, dîsa daketin qadan û êrîşên dagirkerî û komkujiyê protesto kirin.
Kurdistaniyên li bajarê Helsînkiyê dijîn, ji bo protestokirina êrîşên çeteyên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk ên li ser Rojava, îro dîsa çalakî lidarxistin.
Mîtîng ji aliyê PYD’ê Fînlandiya ve hatibû organîzekirin. Dîsan ji her alîyê Kurdistanê gel û dostên wan beşdar bûn. Daxuyanî û agahî hatin dayîn û dirûşmeyên li dijî dagirkeran û hevkarên wan hatin berzkirin.
Her wiha ji ber dorpêçkirina bajarên Rojava daxwaza alîkariya mirovî a navneteweyî ji bo bajarên Rojava, hat kirin.