Li bajarên Stockholm, Goteborg, Malmî (Malmo), Västerås, Orebro, Gavle, Bollnas û Mora yên Swêdê, bi hezaran Kurdistanî û dostên wan li dijî êrîşên ser Rojava daketin qadan. Di mîtîng, meş û pêşangehan de girîngiya piştgiriya bi Rojava re hat destnîşankirin û hat gotin ku statuya Rêveberiya Xweser divê di asta destûrî û navneteweyî de were mîsogerkirin. Di çalakiyan de dirûşmên bi zimanên Kurdî, Tirkî û Swêdî hatin qîrîn; jin û ciwan di refên herî pêş de cih girtin.
STOCKHOLM
Li Stockholmê ku paytexta Swêdê ye, bi hezaran Kurdistanî hatin cem hev û êrîşên çeteyên çekdar ên li Sûriyeyê yên li ser Rojava protesto kirin. Di çalakiya girseyî de hat diyarkirin ku heta statuya Rojava bibe xwedî garantî, dê têkoşîn berdewam bike.
Di dema çalakiyê de girseyê gelek caran dirûşmên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Kurdistan yek e”, “Terorîst Colanî” û “Rojava Rojhilat e, Kurdistan yek welat e” berz kirin. Protestoya ku bi dirûşmên Kurdî, Tirkî û Swêdî hat lidarxistin, li navenda bajêr rastî eleqeyeke mezin hat.
Beriya meşê di axaftinan de bal hat kişandin ser gef û planên tasfiyeyê yên li ser Rojava. Piştî axaftinan meş ji qada Norra Bantorgetê dest pê kir û li Raoul Wallenberg Torgê bi dawî bû. Di dema meşê de belavokên derbarê êrîşan de hatin belavkirin û gelek Swêdiyên li ser rê bi çepikên xwe silav dan çalakgeran.
OREBRO
Li bajarê Orebro yê Swêdê, li Meydana Våghusê bi beşdariya bi sedan Kurdistanî û dostên wan çalakiyeke piştevaniyê ji bo Rojava hat lidarxistin.
Di axaftinên ku li ser navê NCDK-Orebro hatin kirin de hat diyarkirin ku gelê Kurd bi berxwedan û yekîtiya xwe, çete û HTŞ bi gavên xurt paş ve birine. Axaftvanan bal kişandin ser wê yekê ku divê Kurd û dostên wan nekevin nav bêhêvîtiyê û gotin ku hêviyên dijmin ên ji bo nîvcomana vê têkoşînê dê pûç bibin.
Çalakî bi dubarekirina biryardariya piştgirî û têkoşînê bi dawî bû.
GAVLE
Îro di saet 14:00 de li Qada Stortorget a li bajarê Gavle yê Swêdê pêşangehek ku êrîş û komkujiyên li Rojava vedibêje, hate vekirin. Di pêşangehê de cenazeyên sembola komkujiya zarokan, wêneyên şehîdan û porê kezikîrî hatin pêşkêşkirin.
Girseya ku li dora pêşangehê kom bû, piştî demekê bi dirûşmeyan dest bi meşê kir. Piştî ku bi qasî 1.5 kîlometre meşiyan, bi heman rêyê vegeriyan qadê.
Çalakî li qadê bi çepik û dirûşmeyan berdewam kir, bi taybetî ciwan û jin mîkrofon girtin û hest û ramanên xwe bi girseyê re parve kirin. Coşa çalakyê bi axaftinan gihîşt lûtkeyê.
BOLLNAS
Li bajarê Bollnasê, gel îro li Qada Stadshustorgetê kom bû û êrîşên li ser Rojava protestokirin. Meşa ku ji qadê destpê kir, bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî berxwedana gelê Kurd" û "Bijî yekîtiya gelê Kurd" dewam kir.
Piştî meşê, girse dîsa vegeriya Qada Stadshustorget. Siyasetmedar Azad Faruk li wir axivî û diyar kir ku peymana ku hatiye kirin, Kurd û gelê herêmê ji komkujiyek gengaz rizgar kiriye.
Çalakî bi axaftina beşdaran û peyamên piştevaniyê dewam kir.
VASTERAST
Piştî mitînga ku li bajarê Vasterasê, meş hate lidarxistin. Nêzî 400 kes tevlî çalakiya ku li bajêr hate lidarxistin, bûn. Saziyên Kurd, ciwanên Kurd û nûnerên Partiya Çep a Swêdê di çalakiyê de axivîn û peyamên piştevaniyê ji bo Rojava dan.
MALMO
Li bajarê Malmoyê jî bi sedan Kurdistanî li Mollevångstorgetê li hev kom bûn û êrîşên li ser Rojava protesto kirin.
Çalakî ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Di axaftinên çalakiyê de hate destnîşankirin ku peymana ku di navbera Rêveberiya Xweser a Rojava û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de hatiye îmzekirin, destpêkek e û divê pêvajo bi misogeriya destûra bingehîn were temamkirin.
Di tevahiya çalakiyê de dirûşmeyên, “Bijî YPG-YPJ”, “Bijî berxwedana gelê Kurd” û “Yek yek e, gelê Kurd yek e” hatin berzkirin.
GOTEBORG
Li bajarê Goteborgê, girseya ku li Qada Gustaf Adolfs Torg kom bû, bi dirûşmeyên coş bersiv da axaftinên ku bi zimanên Kurdî û Swêdî hatin kirin. Di daxuyaniyên li qadê hatin kirin de, îşaret bi piştevaniya bi Rojava re hat kirin û girseyê gelek caran dirûşme berz kir.
MORA
Kurd û dostên wan ên li bajarê Mora yê Swêdê dijîn, bi dirûşmeya "Rojava ne bi tenê ye" li hev civiyan û êrîşên li ser Rojava protesto kirin.
Zêdetirî 300 kes tevlî çalakiyê bûn. Şaredara Moratê Anna Hed di çalakiyê de axivî. Hed destnîşan kir ku divê mafên rewa yên gelê Kurd werin parastin û diyar kir ku divê civaka navneteweyî Kurdan bi tenê nehêle.
Çalakî bi bangên piştevaniyê bi dawî bû.