BI DÎMEN

Li Vejle êrîşên li ser Rojava hatin şermezarkirin

Li bajarê Vejle yê Danîmarkayê Kurdan û dostên wan êrîşên li ser Rojava protesto kirin.

Li bajarê Vejle yê Danîmarkayê meşek hat lidarxistin. Piştî deqeyek rêzgirtinê, Kurd û dostên wan ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk ên li ser Rojava, di saet 12:00’an li Told Plads dest bi meşa xwe kirin. Zêdeyî 2 hezar kes beşdarî meşê bûn. Di meşê de bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî YPG” û “Bijî YPJ” hatin berzkirin. Her wiha bi zimanê Danîmarkî û Îngîlîzî jî dirûşmeyên piştgiriya bi Rojava re hatin berzkirin.

Di axaftinên hatin kirin de, bal kişandin ser bêdengiya çapemeniya Danîmarka ya li hemberî êrîşên li ser Rojava û wiha hate gotin, “Divê Hêzên Hevpeyman û Yekîtiya Ewropa bêdeng nemînin. Ji ber ku jinên Kurd li dijî DAÎŞ’ê şerekî bêhempa meşandin û DAÎŞ têk birin. Hemû cîhan û hêzên hevpeyman deyndarê YPJ û YPG’ê ne. Weke erka mirovahiyê, pêwîste jinên Kurd û şervanên azadiyê bi tenê neyên hiştin.”

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî”, “Terorîst Colanî”, “Terorîst Erdogan”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Yek e Yek e Yek e, Gelê Kurd yek e” bi dawî bû.