BI DÎMEN

Li Melbournê çalakiya piştevaniyê bi Rojava û Rojhilat re

Li bajarê Melbournê ya Awusturalyayê, Kurdistaniyên ji çar parçeyên Kurdistanê bi armanca piştevaniya gelê Rojava û Rojhilat re, çalakiya protestoyî lidarxistin.

Li bajarê Melbournê ya Awusturalyayê, bi armanca piştevaniya gelê Rojava û Rojhilat re, çalakî hate lidarxistin. Ji 7’ê heta 70’ê salê beşdarbûn ji bo çalakiyê çêbû. Çalakvanan pêwîstiya yekîtiyê ku yek ji pirsgirêkên sereke yê gelê Kurd e, bi dengekî bilind anîn ser ziman.

Di çalakiyê de Parlamenterê Eyaletê Enver Erdogan destnîşan kir ku kêmaniya yekîtiyê ya di navbera Kurdan de, cesaretê dide Colanî û hêzên wekî wî.

Erdogan destnîşan kir ku ew geşedanên li Rojava, kiriey rojeva parlamentoya eyaleta Awusturalyayê û bilêv kir ku hewldanên xwe yên ji bo vê mijarê bike rojeva parlamentoya federal, didomîne.

Her wiha, Hevseroka Federasyona Kurd a Demokratîk a Awusturalyayê, Cennet Kahraman, bi zaravayê kirmançkî (zazakî) ya Kurdî, axivî.

Kahraman bertek nîşan da ku êrîşên li ser gelê Kurd bi taybet li ser jinan tê meşandin û wiha got, “Bi birîna porên keçên me dixwazin peyamê bidin me. Lê divê baş bizanibin ku tu berdêl tune ye ku me ji bo Kurdistanê nedabe.”

Çalakî, bi banga piştevaniyê ya bi gelên Rojava û Rojhilat û peyama têkoşîna hevpar û yekîtiyê ya di navbera Kurdan de, bi dawî bû.