Li Torîno û Bresciayê ji bo Rojava çalakiyên piştgiriyê
Li Torîno û Brescia’yê Kurd û dostên wan, ji bo bal kişandina êrîşên li ser Rojava û ji bo xurtkirina piştgiriyê, çalakiyên girseyî pêk anîn.
Li Torîno û Brescia’yê Kurd û dostên wan, ji bo bal kişandina êrîşên li ser Rojava û ji bo xurtkirina piştgiriyê, çalakiyên girseyî pêk anîn.
Li bajarên Torîn û Brescia yên Îtalyayê, ji bo bal kişandina êrîşên li ser Rojava û xurtkirina piştgiriya gelan, çalakiyên mezin hatin lidarxistin.
TORÎNO
Li Torînê, di çarçoveya polîtîkayên ewlekarî û şerperest ên hikûmeta serokwezîr Giorgia Meloni de, girtina navenda çandê ya Askatasuna hate protestokirin. Ji bo vê yekê, li hemû bajarên Îtalyayê bi deh hezaran kes tevlî çalakiyên protestoyê bûn.
Li navenda Porta Nuovayê, çalakiya ku bi sê destan destpê kir û bi dehan hezar kes tevlî bûn. Di nav gel de Kurd û endamên Defend Kurdistan jî hebûn. Çalakvanan bi pankartên “Rojava Biparêze” û bi alayên YPG-YPJ’ê meşiyan û bal kişandin ser êrîşên li Rojava. Di dema meşê de gelek caran dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî YPJ”, “Bijî YPG” hatin berzkirin.
Tora Piştgiriya Jinên Kurd Rete Jin jî, ji bo protestokirina êrîşên li ser şoreşa jinê, çalakiya keziyên porçêkirinê lidar xist. Di çalakiyê de alaya mezin a YPJ hate vekirin û dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin. Ji navê Komîteya Kurd a Îtalyayê Serkan Xozatli daxuyanî da û bal kişand ser girîngiya piştgiriya gelan ji Rojava bigire heta Filistînê. Got ku êrîşên li Rojava bi piştgiriya gelan dikarin bên şikandin û beşdaran vexwend ku bi ruhê Kobanê xwedî li Rojava derkevin.
BRESCIA
Li Bresciayê, Tora Piştgiriya Kurdistanê li ser dîwarên kevnar ên kelehê ya navenda bajêr pankarta mezin a “DIFEND ROJAVA” û alayên YPG-YPJ’ê daliqandin. Ev çalakî ji bo protestokirina dorpêç û êrîşên li Rojava û ji bo bang li gelê Îtalyayê ji bo piştgiriyê hate lidarxistin.
