Li paytexta Yewnanîstan Atînayê, Kurdistanî, şoreşger û komên piştevaniyê, ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava û gefên li ser Kobanê, meşekî li dar xistin. Çalakî bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Atinayê pêk hat.
Zêdeyî hezar kes ku îro di saet 16:00’an de li Qada Syntagmayê li hev civiyan, ber bi Konsolosxaneya DYA’yê ve meşiyan.
Di tevahiya meşê de dirûşmeyên, “Rojava Rojhilat e, Kurdistan yek welat e”, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Free Kurdistan”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî berxwedana Kobanê” hatin berzkirin.
Piştî ku girse gihîşt pêşiya Konsolosxaneya DYA’yê Atînayê, ji bo bîranîna şehîdan deqîqeyek rêz hate girtin. Piştre, di axaftinan de, DYA, Yekîtiya Ewropayê û hêzên hevkar bi gotinên tund hatin rexnekirin.
Nûnerê PYD’ê Dr. Îbrahîm Muslim, rejîma Sûriiyeyê û dewletên navneteweyî ku piştgirî dide wan rexne kir.
Endama People’s Caravan û Jineolojiya Elmanyayê, Corîna bal kişand ser girîngiya piştevaniya navneteweyî û wiha got, “Em ê heta dawî li kêleka tevgera Kurd û Şoreşa Rojava bin. Jin, Jiyan, Azadî.”
Li ser navê DKP-BOG’ê jî Ecevît Pîroglû axivî û wiha got, “Ji Rojava heta Bakur, ji Rojhilat heta Başûr, li dijî emperyalîzmê şerê gel ê şoreşgerî bi ser ketiye.”
Di daxuyaniyên meşê de hate destnîşankirin ku Rojava ne tenê ji bo gelê Kurd, li Rojhilata Navîn hêviya jiyaneke wekhev, azad û demokratîk e.
Çalakî bi bangên mezinkirina piştevanî û têkoşînê bi dawî bû.