Li bajarê Rochefort ê Fransayê, Kurd û dostên wan ji bo protestokirina êrîşên çeteyên HTŞ-DAÎŞ û dewleta Tirk û piştgiriya berxwedana Rojava meş lidarxistin. Girseya ku di saet 14:00’an de li pêşiya Postaxaneya Rochefortê kom bûn, heta pêşiya şaredariyê meşiyan.
Di tevahiya meşê de dirûşmeyên, “Kurdistan yek e”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin. Li pêşiya Şaredariyê, ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê deqîqeyek rêz hate girtin.
Piştî deqîqeyek rêzgirtinê, endama saziyên civaka sivîl a Fransî Drogue Magalî axivî. Magalî diyar kir ku agirbesta ku di dema nêzîk de hate ragihandin, divê ne pêvajoyeke tundiyê ya nû, lê derî li aştiya adil, mayîne û bi rûmet veke. Magalî diyar kir ku heta statuya Rojava were naskirin, wê çalakiyên wan bi ruhê seferberiyê dewam bike.
Çalakî bi gerandina govendê, tilîliyan û silavkirina berxwedana Rojava bi dawî bû.
AALBORG
Li bajaê Aalborg ê herêma Nordjylland ê Damîmarkayê, bi armanca protestokirina komkujiyên li Roajva û piştevaniya bi gelê Rojava re ku di bin dorpêçê de ye, meş hate lidarxistin. Di çalakiya ku bi pêşengiya Komîteya Kurdistan hat lidarxistin de, êrîşên çeteyên HTŞ-DAÎŞ û dewleta Tirk hatin protestokirin.
Girseya ku li Toldbod Pladsê kom bû, bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî YPG”, “Bijî YPJ”, “Jin, Jiyan, Azadî” meşiya.
Meş tevî hewaya sar jî bi coş dewam kir. Girseyê tevî dirûşmeyan heta navenda bajêr Nytorvê meşiya.
Li Nytorvê sirûda Ey Reqîb hate xwendin û ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê deqîqeyek rêz hate girtin. Piştre danezanên bi zaravayê Kurmancî û Soranî ya Kurdî û Dancî hate xwendin.
Endama Meclîsa Şaredariya Aalborgê Lasse Olessen rexne li polîtîkayên hevkariyê yên hêzên emperyalîst li Rojava bi Colanî û Erdogan re dimeşinin. Olessen axaftina xwe bi dirûşmeya, “Bijî berxwedana Rojava, bijî serhildana Rojhilat” bi dawî kir.
Meş bi dirûşmeyên piştevaniya bi Rojhilat û Rojava re bi dawî bû.
KOPENHAG
Bi hezaran Kurdistanî û dostên wan ên li paytext Kopenhagê, di saet 13:00’an de li hev kom bûn, ber bi Qada Axeltorvê meşiyan. Di tevahiya meşê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bijî YPG-YPJ”, “Yek e yeke gelê Kurd yeke”, “Rojava, Rojhilat, Kurdistan yek welat e”, “Statu ji bo Rojava”, “Terorîst Erdogan” û “Terorîst Colanî” hatin berzkirin.
Girseya ku piştî meşê li Qada Axeltorvê kom bû, bertekên xwe bi dirûşmeyan anîn ser ziman. Di mitînga li vir de, li ser navê partiyên siyasî û saziyan axaftin hatin kirin. Danezana Defend Rojava hate xwendin û li ser navê Folketinget’te Enhedslisten Soren Søndergaard, ji Liberal Allianceyê Karen West û ji SF’ê Taner axivîn.
Di axaftinan de hate diyarkirin ku di encama berxwedana gel de agirbest û peyamên cuda hatine rojevê û hate destnîşankirin ku şoreş û berxwedana Rojava di heman demê de têkoşîna azadiya jinan e.
Di daxuyaniya li ser navê Defend Rojava de jî, hate diyarkirin ku heta ku statuya Rojava were naskirin û di asta navneteweyî de were mîsogerkirin, wê li qadan bin.
Di daxuyaniyê de ji bo meşa Rojhilat ku wê sibê were lidarxistin û çalakiyên Rojava yên nû ku wê di pêvajoya pêşiya me de were lidarxistin, banga tevlîbûnê hate kirin.