Li gel çeteyên DAÎŞ-HTŞ’ê li dijî êrişên qirkirinê yên çeteyên di bin kontrola dewleta Tirk a dagirker de ku li ser Rojavayê Kurdistanê didomin, gelê Kurd ê li bajarê Strasbourgê yê Fransayê dijî, biryara çalakiya bêdem girt. Di vê çarçoveyê de, bi çalakiyên protestoyî yên ku her roj bi rêkûpêk li navenda bajêr tên li dar xistin, bal tê kişandin ser sûcên li dijî mirovahiyê yên ku li Rojava tên kirin; bi vî awayî tê armanckirin ku hestiyariya raya giştî ya Fransayê bê zêdekirin û dewleta Fransayê bikeve nava tevgerê.
Dema ku protesto bê navber didomin, îro jî li Qada Kléberê ku yek ji xalên navendî yên bajêr e, kombûnek pêk hat.
Di çalakiyê de her tim sloganên “Bijî berxwedana Rojava”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî yekîtiya gelê Kurd” hatin berzkirin. Bi pankart û dowîzên ku hatibûn hildan, komkujiyên dewleta Tirk û komên çete yên bi ser HTŞ-DAÎŞ’ê ve hatin teşhîrkirin.
Cîgira Şaredarê Strasbourgê û di heman demê de nûnera Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) Hulya Turan jî tevli çalakiyê bû û axaftinek kir. Hulya Turan destnîşan kir ku êrîşên li ser Rojava ne tenê leşkerî ne, di heman demê de êrîşeke siyasî ye ku li dijî modeleke civakî ya demokratîk û azadîxwaz tê kirin.
Hulya Turan di axaftina xwe de cih da van îfadeyan:
“Îro Rojava careke din di bin êrîşan de ye. Rejîma Sûriyeyê ya di bin rêveberiya Ehmed el-Şara de, tevî agirbest û peymanên nazik, bi artêş û milîsên xwe ve herêmên sivîl bombebaran dike, binesaziyên jiyanî hildiweşîne û gefan li hezaran malbatan dike. Ev êrişek e li ser ezmûna azadbûna gelan. Ji ber ku Rojava her tiştê ku Şam red dike nûnertiya wê dike: xweseriya herêmî, demokrasiya rasterast, wekheviya jin û mêr û jiyana hevpar a gelan. Li cihê ku rejîma Sûriyeyê navendîparêzî û baviksalarî ferz dike, Rojava nîşan dide ku cîhaneke din pêkan e. Ji ber vê yekê, Rojava ji bo wan xeternak e.
Li ser vê yekê zexta Tirkiyeyê jî zêde dibe. Tirkiye piştgiriya leşkerî dide hin komên çekdar û herêmên Kurdan ên li ser xeta sînor her tim gefan dixwe. Erdogan dixwaze her cure destkeftiyên xweser ên Kurdan bitepisîne. Bêdengiya hêzên mezin û Yekîtiya Ewropayê jî van êrîşan girantir dike. Teşhîrkirina berpirsyaran ne bijareyek e, lê erkeke polîtîk e. Divê em piştgiriya bi gelê Rojavayê Kurdistanê re mezin bikin û mafê wan ê rêxistinkirina azad biparêzin. Li dijî zextên rejîma Sûriyeyê û hêzên emperyalîst ên ku wê diparêzin, divê em dengê xwe bilind bikin.”
Di axaftinên din ên ku hatin kirin de jî hate destnîşankirin ku êrişên li dijî Netewa Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve sûcekî eşkere yê şer e û bang li raya giştî ya navneteweyî, bi taybetî li Fransayê hate kirin ku gavên berbiçav biavêjin.