PÎK: Gelê me li dijî çeteyên HTŞ’ê li ber xwe dide
Serokê Giştî yê PÎK’ê Hîkmet Serbilind di daxuyaniya nivîske de ev got, “Gelê me yê Rojava bi ruhekî neteweyî li dijî çeteyên HTŞ’ê û dewleta Tirk a dagirker li ber xwe didin.”
Serokê Giştî yê PÎK’ê Hîkmet Serbilind di daxuyaniya nivîske de ev got, “Gelê me yê Rojava bi ruhekî neteweyî li dijî çeteyên HTŞ’ê û dewleta Tirk a dagirker li ber xwe didin.”
Serokê Giştî yê Partiya Îslamiya Kurdistan (PÎK) Hîkmet Serbilind têkildarî êrîşên li ser gelê Kurd û berxwedana Rojava daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku gelê Kurd her tim ji aliyê dagirkerên Kurdistanê ve bi navê ol, mesheb û îdeolojiya hatin xapandin û got, “Dijminên me ew kes in ku jiyana xwe û paşeroja xwe li ser înkar û tunekirina miletê me ava kirine. Kurdên misilman! Êdî bese em, herdem bi navê ummetê tên xapandin. Tirk, Ereb û Faris nasnameya me înkar dikin û li ser gelê me jenosîde bi kar tînin. Ew ummeta ku ew jê re dibêjin, ji dîktatorên kujer, diz û tecawizkaran re serî ditewîne û wan mîna xwedayan diparêze. Hin Kurdên misilman hê jî piştgirî didin wan kesên ku welatê wan talan dikin, dagir dikin û bi navê biratiya ummetê nasnameya wan înkar dikin.”
‘DIJMIN DIXWAZE DI NAVBERA KURDAN DE NAKOKIYAN DERXE’
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li Rojavayê Kurdistanê, gel bi bedelên giran û bi canê xwe di rêya azadiyê de destketiyên mezin bi dest xistine û bi bîr xist ku ji bo astengkirina van destketiyan, Tirkiye û çeteyên HTŞ’ê Colanî bi hewldanên mezin li dijî gel şerekî qirêj bi kar tînin û wiha domand: “Dijminên gelê Kurd di navbera Kurdan de dîsa dixwazin nakokiyan ava bikin. Ger di navbera Kurdan de ji ber berjewendiyên rêxistinî nakokî çêbibin, ev ê ji bo miletê Kurd encamên wêranker bi xwe re bîne. Di dawiyê de, destketiyên ku Kurdan bi bedelên giran bi dest xistine, wê winda bibin.
Di hedîseke Pêxember de tê gotin: “Mirov du caran ji heman qulikê nayê gezkirin.” Pêwîst e em fitne û fesadên di navbera xwe de asteng bikin. Ev erkê me yê sereke ye. Kurdan ji ber ku her tim ji bo bawerî, mezheb û îdeolojiyan ji nasnameya xwe tavîz dane, ji ber vê jiyana zilletê jiyane. Divê em bibêjin: “Ez Kurd im, Xwedê ez afirandiye, parastina hebûn û nasnameya min erkê min ê bingehîn e.” Ol, mezheb û komên li Kurdistanê divê li ser xalên ku li ser wan li hev dikin, bi awayekî aştîxwaz yekîtiya neteweyî saz bikin û ji bo ku li ser axa xwe bi azadî bijîn, têbikoşin.”
Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Her Kurd divê bêyî ku ji ramana Kurdistana yekbûyî û serbixwe tavîz bide, bi îstîqrar û bi israr li ser vê yekê bisekine. Îro em dibînin ji bo parastina destketiye gelê me yê Rojava bi ruhekî neteweyî û bi helwestekî bi rûmet li her parçeyên Kurdistanê û seranserê cîhanê li dijî çeteyên HTŞ û dewleta Tirk a dagirker li ber xwe didin. Divê em bi israr li ser serxwebûna Kurdistanê û azadiya gelê xwe bisekinin. Wernebe em nikarin gelê xwe ji zilma dagirkeran rizgar bikin.”