Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e
BI DÎMEN

Li Londra û Liverpoolê meş: Rojava biparêzin

Li bajarên Londra û Liverpoolê yên Îngilîstanê bi sedan Kurdistanî bi şiyara “Defend Rojava” meşeke girseyî lidar xistin û gotin: “Rojava dilê Kurdistanê ye; parastina gelê me deynê rûmetê ye.”

Li bajarên Londra û Liverpoolê yên Îngilîstanê Kurdistanî careke din li hember êrişên li ser Rojava derketin qadan. Di çalakiyên ku bi sedan kes beşdar bûn de şiyara “Defend Rojava” bilind bû û hate destnîşankirin ku Şoreşa Rojava ne bi tenê ye.

LONDRA

Li Londrayê bi banga Meclisa Gel a Kurd bi sedan Kurdistanî ji bo êrişên li ser Rojava li ber rawestgeha Manor House kom bûn. Çalakî bi yek deqe rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê Kurdistanê destpê kir. Piştî wê gelek caran dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Rojava”, “Kürdistan Yek e”, “Bijî YPG/YPJ”, “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin. Gel pankarta “Defend Rojava” vekir û marşên Rojava Devrimi hatin gotin.

Di çalakiyê de ser navê Meclisa Gel a Kurd Îshak Milano, Nejla Arî û ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Serxebûn Pirsûs axivîn.

Di axaftinan de hate gotin: “Şoreşa Rojava şoreşeke mirovahiyê ye. Li hember êrişên hov ên li ser gelê Kurd û nirxên wî gelê Kurdistanê bi yekîtiyeke mezin berxwedanê dike. Şervanên Kurdistanê ne bi tenê ne. Rojava dilê Kurdistanê ye; parastina dil û gelê me deynê me yê rûmetê ye.”

Her wiha di axaftinan de siyasetên hêzên navnetewî yên ku terorîstên cîhadî HTŞ meşrû dikin bi tundî hate rexnekirin. Hate gotin ku bêdengiya li hember van siyasetan ji aliyê exlaqî û siyasî ve nayê qebûlkirin.

Piştî axaftinan gel bi kortejek ber bi rawestgeha Turnpike Lane ve meşiya. Di dema meşê de kolan bi marş, dirûşme, çepik û tilîliyan olan da. Li taxa Haringey a ku wekî taxa Kurdistanê tê zanîn meş bi eleqeyeke mezin hate pêşwazîkirin û li wir marşa Rojava bi yek dengî hate gotin. Meş li ber Turnpike Lane bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.

LIVERPOOL

Li Liverpoolê gelê Kurd li Meydana Williamsonê ji bo êrişên li ser Rojava kom bû. Daxuyaniya çapemeniyê ya li wir ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê yek deqe rêzgirtinê destpê kir.

Di çalakiyê de endamên Meclisa Gel a Kurd a Liverpoolê Meryem Hesekê û Ozgur Dep axivîn. Di axaftinan de hate destnîşankirin ku êrişên li ser Rojava îradeya jiyana hevpar a gelan dike hedef û Şoreşa Rojava hêviya mirovahiyê ye. Hate gotin ku gelê Kurd li hember van êrişan bêdeng namîne û dê Rojava di her qadê de biparêze.

Piştî daxuyaniya çapemeniyê gel bi dirûşme û marşan ber bi Bombed Church ve meşiya. Di dema meşê de dirûşmeyên “Defend Rojava”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin. Meş bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.