Nivîsgeha Geşepêdanê û Civakên Neteweyan (FCDO) a Wezareta Karên Derve ya Îngîltereyê derbarê hewldanên xwe yên heta niha yên li ser aloziyên di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û êrîşên li ser Rojava daxuyaniyeke berfireh da.
Di daxuyaniyaku wekî bersivek ji akademîsyenê Kurd Azad Deewanee re hatiye şandin de li ser pevçûna li herêmê di nava “fikarên kûr” de ne. Wezaretê ragihand ku wan daxwaz kiriye ku li gorî agirbest tevbigerin, pêşveçûna hêzên hikûmetê ya ber bi Bakur Rojhilatê Sûriyeyê ve were rawestandin, sivîl bên parastin û alîkariya mirovî bê misogerkirin.
Di daxuyaniya FCDO’yêde hat diyarkirin ku her çiqasî di hefteyên dawî de pevçûn li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde bûye jî, di navbera aliyan de hin agirbest hatine kirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Îngîltere dixwaze ku ev agirbest werin parastin û tundiya li herêmê bi dawî bibe.
'DIVÊ RAGEŞÎ KÊM BIBE’
Di daxuyaniyê de cih da şîroveyên Wezîrê Dewletê yê Îngîltereyê Hamish Falconer ê ji Rojhilata Navîn berpirsyar e, di 20’ê Çileyê kiribû. daxuyaniya Falconer a ji bo rawestandina pêşveçûna hêzên hikûmeta Sûriyeyê ber bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ji bo rakirina astengiyên li pêşiya alîkariya mirovî hat bibîrxistin.
Wezaretê xwest ku li gorî peymana agirbestê tevbigerin, tundî bi dawî bibe, derbarê rêbaza navendên binçavkirin û wargehan de planên veguheztinê yên bihêz bên kirin, sivîlan bûn parastin û gihîştina mirovî bê misogerkirin. Di vê çarçoveyê de hat destnîşankirin ku têkiliya bi hikûmeta Sûriyeyê, QSD û hevkarên herêmî û navneteweyî re berdewam dikin.