Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e
BI DÎMEN

Karwana Gelan li Selanîkê hat pêşwazîkirin, li Lavrionê berxwedan hat silavkirin

Karwana Gelan a ku ji bo piştgiriya Rojava ji Ewropayê derket rê, li Selanîkê bi girseyî hat pêşwazîkirin. Di mîtînga li Lavrionê de, peyama "Rejîma Colanî dê li Rojava têk biçe" hat dayîn.

Bi sedan kesan li bajarê Selanîk ê Yewnanistanê, li dijî êrîşên li dijî Kurdan ên li Sûriye û Rojava, dorpêça li ser Kobanê û gefên operasyonên leşkerî yên nû li dijî Rojava meşek li dar xistin.

Meşa ku ji aliyê Înîsiyatîfa Azadiya Selanîkê (Eleftheriaki Protovoulia Thessalonikis) ve hat organîzekirin, 27’ê Çileyê roja Sêşemê saet di 18:30’an de li xaçerêya Agias Sofias - Egnatia dest pê kir û heta Kamarayê berdewam kir. Bi sedan Yewnanî û Kurdistaniyên ji her çar parëyên Kurdistanê beşdarî meşê bû û peyamek xurt ji bo hevgirtinê bi berxwedana Rojava re dan.

Kurdistanî û dostên çepgir, anarşîst û şoreşger di meşê de cih girtin û dirûşmeyên "Bijî Kurdistan", "Bijî berxwedana Rojava", "Rojava, Rojhilat e Kurdistan yek welat e" û "Bijî berxwedana Kobanê” hatin berzkirin. Her wiha dirûşmeyên Yewnanî têkoşîna Rojava ya ji bo mirovahiyê jî silav kirin.

DORPÊÇA KOBANÊ Û ÊRÎŞ HATIN TEŞHÎRKIRIN

Di daxuyaniyên ku di meşê de hatin kirin de êrîş û gefên komkujiyê yên li ser Kurdên li Sûriye û Rojava hati teşhîrkirin. Bi taybetî bal kişandin ser dorpêça li ser Kobanê berdewam dike û amadekariyên êrîşên leşkerî yên nû yên li dijî Rojava.

Di axaftinan de, hat diyarkirin ku piştgiriya leşkerî, siyasî û qadê ya ku ji hêla Tirkiyeyê û hêzên navneteweyî ve ji HTŞ û komên mîna wan ên di nav hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de tê dayîn, rê li ber van êrîşan vekiriye. Hat destnîşankirin ku ev piştgirî rasterast berpirsiyariya sûcên li dijî gelê Kurd pêk tîne.

PEOPLE’S CARAVAN COŞEK MEZIN DA MEŞÊ

Endamên People’s Caravan (Karavana Gelan) ku ji bo şikandina dorpêça li ser Kobanê û êrîşên li ser Rojava ji Ewropayê derketin rê, jî tevlî meşê bûn. Hat ragihandin ku karavana ku zêdetirî sed enternasyonalîst di nav de bûn, duh êvarê gihîşt Selanîkê.

Beşdarbûna endamên karwanê li qadê coşek mezin çêkir û di axaftinan de hat destnîşankirin ku ev îfadeya şênber a hevgirtina navneteweyî ye. Hat gotin ku Karavana Gelan armanc dike ku sibê ji Selanîkê derkeve û bigihîje Enqerê.

'ROJAVA XETA ME YA SOR E'

Di daxuyaniyên ku hatin dayîn de hate diyarkirin ku statuya Rojava ji bo gelê Kurd û dostên wan xeta sor e û girîngiya jiyanî ya yekîtiya Kurdan hat dubarekirin. Di daxuyaniyê de ji saziyên navneteweyî hat xwestin ku dev ji hevkariya xwe ya di van êrîş û gefên komkujiyê de berdin.

Meş bi daxuyaniya çapemeniyê li Kamarayê bi dawî bû.

ATÎN/LAVRION

Xwepêşandanek din li bajarê Lavrion ê Tenanustanê pêk hat. Kurdistanî û dostên wan di saetên êvarê de li navenda bajêr kom bûn û mitîng li dar xistin Di mitîngê de dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava" berz kirin. Gelê bajêr eleqeyek mezin nîşanî çalakiyê dan û diyar kirin ku berxwedana Rojava berxwedana mirovahiyê ye.

Di mîtîngê de peyama “Çawa çeteyên DAÎŞ'ê li Kobanê têk çûn wê rejîma Colanî jî li hember berxwedana Rojava têk biçe” hat dayîn. Mitîng bi dirûşmeyan bi dawî bû.