Ji Bernê heta Churê çalakiyên piştgiriyên Rojava
Li gelek bajarên Swîsreyê Kurdistanî û dostên wan ji bo êrîşên li hemberî Rojava dîsa derketin qadan. Di çalakiyan de bang li rayagiştî ya navnetewî hate kirin ku bêdengiya xwe bişkênin.
Li gelek bajarên Swîsreyê Kurdistanî û dostên wan ji bo êrîşên li hemberî Rojava dîsa derketin qadan. Di çalakiyan de bang li rayagiştî ya navnetewî hate kirin ku bêdengiya xwe bişkênin.
Li Swîsreyê çalakiyên piştgiriya Rojava bênavber didomin. Îro jî li bajarên Bern, Bîel, Lozan, Chur û Winterthur Kurdistanî û dostên wan li qadan bûn. Di çalakiyên hatine lidarxistin de bangên mezinkirina piştgiriya Rojava û li hember êrişan girtina helwesteke bihêztir derketin pêş.
BÎEL: TIŞTÊ KU LI ROVAJA TÊ PARASTIN RÛMETA MIROVAHIYÊ YE
Li bajarê Bîelê yê Swîsreyê, li ber stasyona navendî ya trênê çalakî hate lidarxistin. Ji bilî gelê Kurd, Rêxistina Ciwanên JUSO ya Bîelê, kolektîfên jin û Greva Jinên Swîsreyê jî piştgirî dan çalakiyê. Di daxuyaniyan de êrişên dewleta Tirk û hêzên girêdayî wê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate şermezarkirin.
Endamê Divana Hevserokatiya Konseya Demokratîk a Kurdên Swîsreyê (CDK-S) Nejdet Atalay di axaftina xwe de got ku êrişên li ser Rojava îradeya jiyana hevpar û azadiya gelan dike hedef û bêdengiya civaka navnetewî naye pejirandin.
Di axaftina bi navê Komûna Jinên Arîn Mîrkan de bang li dewleta Swîsreyê û hemû dewletên Ewropayê hate kirin ku li hember şerê li Rojava helwesteke zelal bigirin. Hate gotin ku parastina Şoreşa Rojava ya li ser bingeha azadiya jinê parastina rûmeta mirovahiyê ye.
Komîteya Serhildana Bîelê ya Rojava jî di daxuyaniya xwe de komkujiyên li Rojava şermezar kir û berxwedana li hember DAİŞ û çeteyan û şoreşa jinê xwedî derket. Piştî axaftinan, Înîsiyatîfa Parastina Rojava belovokên çapemeniyê bi Fransî û Almanî xwendin û bang li rayagiştî ya Swîsreyê û saziyên navneteweyî kirin ku piştgiriyê bidin. Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.
CHUR: HER DER ROJAVA YE, HER DER BERXWEDAN E
Li bajarê Churê yê Swîsreyê jî li Meydana Bahnhofê gel kom bû û li hember êrişên li ser Rojava çalakî lidar xist. Di daxuyaniyan de êrişên dewleta Tirk û hêzên girêdayî wê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate şermezarkirin.
Bi navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Kureyş Doymaz û bi navê Înîsiyatîfa Jinên Chur Diljîn Kaya axivîn. Û gotin ku berxwedana li Rojava tevî hemû zehmetiyan jî didome û ev têkoşîn ne tenê ya gelê Rojava ye, ji bo azadî ya hemû gelan e. Axaftvanan bi peyama “Her qad qada berxwedanê ye” gotin ku piştgirî dê bidome.
Çalakî bi dirûşmeyên hatin berzkirin bi dawî bû.
JI KOMÊN FEMİNÎST DI PARLEMENTOYA BERNÊ DE DAXUYANÎ
Êriş û dorpêçên dewleta Tirk û komên girêdayî HTŞ yên li ser Rojava didomin û çalakiyên protestoyê berdewam in. Li bajarê Bern ê Swîsreyê nobeta didome di roja xwe ya 9’an de ye; hêzên jinên femînîst ên li bajêr serdana nobeta li ber Parlamentoya Bern kirin û daxuyanî dan. Piştî ji bo şehîdên Kurdistanê yek deqe rêzgirtinê, daxuyanî ser navê Kolektîfa Greva Jinê Mona xwend.
Mona bang kir ku divê xwedî li Şoreşa Rojava bê derketin ku li ser bingeha azadiya jinê hatiye avakirin û pratîka jiyana ekolojîk pêk tê.
Ser navê YJK-S’ê Şîlan Dersim nameya ku di 25’ê Çile de ji dostan hatiye xwend:
“Em ji Rojava ku jiyan tê parastin bang li we dikin. Dilê vê parastin û berxwedanê hem sembolîk hem jî bi rastî hîn jî Kobanê ye. Di bajêrê ku di bin dorpêçê de ye de 400 hezar mirov bê elektrîk, bê av, bê xwarin û bê xizmetên tenduristiyê ne. Rewş her saetê girantir dibe û ji felaketeke mirovî wêdetir çûye. Lê belê gel biryardariya xwe ya berxwedanê didomîne. Meclisa Kantona Firatê ya ku Kobanê girêdayî wê ye îro daxuyanî da: ‘Ev bajar ku bi navê mirovahiyê DAİŞ têk bir, îro li ber çavên cîhanê dîsa tê dorpêçkirin û êriş kirin. Vahşeta van êrişan ji êrişên DAÎŞ’ê yên sala 2014’an cuda nine.’ Her wiha hate gotin ku ev êriş pêkhateyên siyasî û civakî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li ser bingeha rêveberiya xweser, wekheviya zayendî û nirxên demokrasiyê tên armanckirin û wiha hate gotin: ‘Heta em bigihîjin jiyaneke azad û bi rûmet şoreşa me dê bidome.’”
Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.
WINTERTHUR
Li bajarê Winterthur ê Swîsreyê li hember dagirkerî û êrişên qirkirinê yên li ser Rojava, Navenda Civaka Kurd bi rêxistinkirina meşê şermazer kir.
Ji Winterthur, Zûrîh, Schaffhausen û St. Gallenê Kurdistanî û dostên wan bi sedan kes li Neumarktplatza Winterthur kom bûn û meş lidar xistin. Piştî ji bo şehîdên Kurdistanê yek deqe rêzgirtinê, gel bi van dirûşmeyan meşiya:
“Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî YPG, Bijî YPJ”, “Bijî berxwedana QSD”, “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin”, “Jin Jiyan Azadî”, “Yeke yeke yeke Kurdistan yek e”, “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e”, “Terorîst Colanî”, “Es lebe Rojava” û “Freiheit für Rojava”.
Di meşê de pankartên “Stoppt das Massaker in Rojava”, “Defend Kurdistan”, “Defend Revolution”, posterên Rêber Apo û alayên YPG-YPJ’ê hatin hildan.
Di dema meşê de çalakiya rûniştinê hate kirin û belavoka çapemeniyê bi Almanî hate xwendin. Piştî wê siyasetmedarê Kurd Mûsa Farisogûllari axivî û wiha got:
“Em yekîtiya netewî pêk bînin. Rojava, Rojhilat, Başûr û Bakur yek in. Wekî gelê me dibêje em yek in. Nirxên me, nasnameya me, welatê me yek e. Em gelê xwe biparêzin, em welatê xwe biparêzin.”
Meş piştî axaftina hunermend Fazil Kerkûkî yê kul i ser navê PJAK’ê axivî, bi dawî bû.