Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e
BI DÎMEN

Ji ciwanên enternasyonal ji ber 11’emîn salvegera Kobanê çalakî

Li gelek bajarên Ewropa û Başûrê Emerîkayê ciwanan, ji bo piştgiriya gelê Rojava derketin qadan. Di 11’emîn salvegera rizgariya Kobanê ji DAÎŞ’ê de, van çalakiyan li dora Kobanê ya ku sembola jiyana azad e piştevaniya navnetewî nîşan da.

Ji Berlînê heta Bogotayê, ji Lübeckê heta Malagayê, ciwanan gelek bajaran silavên piştgiriyê ji gelê Rojava re şandin. Çalakiyên ku bi wesîleya 11’emîn salvegera rizgariya Kobanê ya ji DAÎŞ’ê re pêkanîn, bandora berfireh a Şoreşa Rojava û biryardariya ciwanan nîşan da. Ciwan, bi bangewaziya ku Şoreşa Rojava li her derê bê parastin, peyamên yekîtî û biryardariyê dan.

ÇALAKIYÊN LI EWROPAYÊ

Li Berlînê ciwanan Wezareta Derve ya Almanyayê dagir kirin û rewşa Rojava protesto kirin.

Li Nürnbergê enternasyonalîstan çalakiyeke spontane lidar xistin.

Li zanîngehên Duisburg û Leipzigê xwendekarên amfî dagir kirin, çalakiya die-in kirin û belavokên ku balê dikişînin ser dorpêça Kobanê belav kirin.

Li Kölnê navenda giştî ya partiya CDU hate dagirkirin.

Li Lübeckê ciwanan bi boyaxa spreyê li navendên CDU û SPD çalakî kirin.

Li Frankfurt, Stuttgart û Darmstadtê li ser piran pankart hatin daliqandin; bi dirûşmeyên “Kobanê sembola hêviyê ye” û “Rojava li her derê ye, her der berxwedan e” peyam hatin dayîn.

Ji Swîsre, Îtalya, Polonya, Portekîz, Barselona û Katalonyayê (Lleida), ji Brîtanyaya Mezin (Dundee, Leeds, Brighton, Manchester, Edinburgh, Glasgow, London û Cardiff) û ji Almanyayê (Berlin û Steinhoeffel) ciwanên enternasyonal silavên piştgiriyê ji gelê Rojava re şandin.

Ji bajarên Brîtanyaya Mezin Dundee, Leeds, Brighton, Manchester, Edinburgh, Glasgow, London û Cardiff ciwan peyamên piştgiriyê ji Rojava re şandin.

Li bajarên Spanyayê Malaga û Valensiya ciwanan çalakiyên pankart vekirinê lidar xistin.

ÇALAKIYÊN LI BAŞÛRÊ EMERÎKAYÊ

Li Şîlî jinên ciwan, ji bo piştgiriya şervanên YPJ’ê keziyên porê xwe çêkirin.

Li paytexta Kolombiya Bogotayê, li pirên herî girîng ên bajar pankarteke piştgiriya Şoreşa Rojava hate daliqandin. Ev çalakî ji bo 11’emîn salvegera Kobanê hate kirin.