Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e
BI DÎMEN

Li Helsinkiyê çalakiya piştevaniya Rojava

Kurd û dostên wan ên li Finlandiyayê, ji bo protestokirina êrîşên çeteyên HTŞ,DAÎŞ’ê yên li ser Rojava li navenda bajarê Helsinkiyê li hev kom bûn. Di çalakiyê de banga alîkariya lezgîn ji bo Kobanê hat kirin.

Kurd û dostên wan ên li Finlandiyayê, ji bo protestokirina êrîşên çeteyên HTŞ,DAÎŞ’ê yên li ser Rojava çalakî li dar xistin.

Çalakî li ber pirtûkxaneya navendî a Helsînkî Oodi pêk hat. Hejmarek zêde Kurd û dostên wan kom bûn, daxuyanî bo piştgirîya berxwedana Rojava hatin dayîn û ji qada navneteweyî xwestin ku alîkarîyên mirovî bigihînin Kobanê.

Çalakî heya demjimêrek û nîv bi dirûşme û stranên şoreşgerî dewam kir.