Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e
BI DÎMEN

Li Viyanayê Kurd û dostên wan ji bo Rojava her tim li qadan in

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, êrişên çeteyên HTŞ û DAÎŞ’ê yên li ser Rojava bi meşeke ku bi hezaran kes beşdar bûn hate şermezarkirin.

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, êrişên çeteyên HTŞ û DAÎŞ’ê yên li ser Rojava bi meşeke girseyî hate şermazerkirin. Di çalakiya ku bi pêşengiya Platforma Kurdistanê hate lidarxistin de, bi hezaran Kurd û dostên wan li hev civiyan.

Beşdaran piştî ku li rawestgeha metroya U4 a Hutteldorf kom bûn, meşeke dirêj heta Christian-Broda-Platz kirin. Di dema meşê de gelek caran dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî YPG û YPJ’ê” hatin berzkirin û peyamên piştgiriya berxwedana li Rojava hatin dayîn.

Çalakvanan destnîşan kirin ku êrişên li herêmê ne tenê gelê Kurd, îradeya jiyana hevpar a gelan dike hedef. Her wiha bang hate kirin ku Şoreşa Rojava û destkeftiyên gel bên parastin.

Platforma Kurdistanê ragihand ku çalakî dê bidomin û sibê saet 18:00’an li ber Parlamentoya Viyana’yê dîsa meş were lidarxistin. Çalakvanan diyar kirin ku ji bo piştgiriya Rojava bibe domdar, ew ê her tim li qadan bimînin.