Bi taybetî li bajarên Nürnberg, Göttingen, Köln, Stuttgart û Mûnihê, li tevahiya Almanyayê ciwanan ji bo bal kişandina ser êrişên li ser Rojava û parastina şoreşê çalakiyên cuda lidar xistin. Li Nürnbergê ofîsa partiya SPD hate dagirkirin, li Kölnê zanîngeh bûn qada nîqaşên xwendekaran. Li Stuttgart û Gostenhof’ê xwenîşandanên spontane hatin lidarxistin; li Berlîn û Toulouseyê çalakiyên sprey û wêne hatin kirin. Li Mûnihê çalakiya boyaxkirinê li hember pîşesaziya çekan hate kirin û li Koblenzê wesayîtên şîrketên Thales hatin xirakirin; bi van çalakiyan ciwanan peyamên hevgirtina navnetewî birin kolanan.
Li Nürnbergê komeke ciwan ofîsa partiya SPD dagir kir û bang li siyasetmedaran kir ku li hember siyaseta emperyalîst bêdeng nemînin. Çalakvanan wiha got: “Hevalên me yên li Rojava li hember DAÎŞ’ê berxwedanê dikin, lê siyasetmedarên Alman bêdeng dimînin. Kobanê hêviya me ye!”
Li Göttingenê ciwanan ji bo anîna rojevê, êrişên li ser şoreşa Rojava standa agahiyê danîn. Di daxuyaniya xwe de wiha gotin: “Dema hêzên paşverû şli ser Rojava şer derdixin, ew êrîşî azadiya jinê û civakeke ekolojîk jî dikin. Têkoşîna wan têkoşîna me ye jî.”
Li Zanîngeha Kölnê xwendekarên ku zanîngeh dagir kiribûn, êrişên li ser Rojava nîqaş kirin. Nîqaş bi taybetî li ser têkoşîna li hember DAÎŞ’ê ya di salên 2014-2019’an de û rola pêşeng a Rojava di têkoşîna azadiya jinê de rawestiyan.
Di çarçoveya hefteya çalakiya gerdûnî de li bajarên Kassel, Mannheim, Kiel, Stuttgart, Duisburg û li bajarê Zûrîhê yê Swîsreyê afîş hatin daliqandin û piştgirî ji Rojava re hate nîşandan. Çalakvanan salvegera rizgarkirina Kobanê di 26’ê Çile 2015’an de ji aliyê YPJ û YPG’ê ve ji DAÎŞ’ê bi bîr anîn û wiha gotin: “Em ji nirxên navnetewî yên gotinî bawer nakin. Dengê şoreşa jinê digihîje Almanyayê.”
Li Stuttgart û Gostenhof’ê xwenîşandanên spontane hatin lidarxistin, ciwanên ji Aachenê peyamên hevgirtinê ji gelê Rojava re şandin. Li Berlîn û Toulouseyê bi çalakiyên sprey û wêne pêkhateyên konseyên demokratîk ên Rojava, azadiya jinê û modela jiyana pirnetewî hate parastin.
Li Mûnihê çalakiya boyaxkirinê li hember pîşesaziya çekan hate kirin. Çalakvanan wiha got: “Em dixwazin di vê şer de balê bikşînin ser beşdariya siyaset û pîşesaziya çekan a Alman.”
Li Koblenzê bi xirakirina wesayîtên şîrketa Thalesê li hember êrişên li ser Rojava bertek hate nişandan
Ciwanan di hemû çalakiyan de ji xwerêvebirin û şoreşa jinê re banga piştgiriyê kir û gotin, “tu çalakî pir biçûk, tu çalakî pir mezin nîne. Ji qadên xwe yên konforê derkevin û dakevin kolanan”.