Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e
BI DÎMEN

Li DYA ji bo Rojava kampanyaya alîkariya mirovî tê destpê kirin

Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) 13 rêxistinên Kurd, ji bo piştgiriya Rojava yê ku di bin êrîşên dewleta Tirk û çeteyên hikûmeta Sûriyê ya demkî de ye, kampanyayeke hevpar a alîkariya mirovî amade dikin.

Ji ber êrîşên li ser Rojava û dorpêça li ser Kobanê, 13 rêxistinên Kurd ên li DYA’yê, ji bo Rojava kampanyayeke hevpar a alîkariya mirovî destpê dikin. Kampanya bi dirûşmeya “Kobanê bila tenê nemîne” tê lidarxistin û ji aliyê Komaleya Mezopotamya ve tê rêvebirin.

Rêveberên Komalaeya Kurd a Washingtonê (KAWA) di der barê çalakiyên li seranserê DYA’yê û xebatên alîkariya mirovî de agahiyan parve kirin. Li gorî agahiyên rêveberiya kolamaeyê, li 50 eyaletên DYA’yê 13 komaleyên Kurd ên rêxistinkirî hene û van rêxistinan li dijî êrîşên li ser Rojava çalakiyên protestoyê lidar dixin. Di rojên dawî de li gelek eyaletan çalakiyên hemdem hatine lidarxistin; li Washington D.C., Portland a eyaleta Oregon û Los Angeles a eyaleta Kalîforniyayê jî protesto hatine kirin.

Rêveberiya komaleyê destnîşan kir ku guhertina siyaseta heyî ya DYA’yê ya li hember Sûriye û Rojava biryareke rêveberiya Trump e, lê gelek senator, endamên Kongreyê û hin generalên ku niha li CENTCOM’ê kar dikin, piştgiriya xwe ya ji bo Rojava û gelê Kurd ragihandine.

JI SENATORAN RE MAÎL TÊ ŞANDIN

Rêveberiya dernekê diyar kir ku ji bo êrîşên li ser Rojava bikeve rojeva Senatoya DYA’yê û Kongreyê, hem ji senatoran re hem jî ji endamên Kongreyê re maîl tên şandin. Di vê çarçoveyê de navnîşana maîl û hesabên medyaya dîjîtal a senator û endamên Kongreyê hatine berhevkirin.

Rayedarên komaleyê ragihandin ku daxwaznameyên amade hatine amadekirin û piştgir dikarin van daxwaznameyan bi kar bînin da ku rasterast maîl ji senator û endamên Kongreyê re bişînin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku heta niha zêdetirî pênc hezar maîl hatine şandin û kampanya hîn didome.

KOMALEYÊN KURD HEVPAR TEVDIGERIN

Rêveberên Komaleya Kurd a Washingtonê (KAWA) diyar kirin ku li dijî êrîşên li ser Rojava, li eyaletên cuda yên DYA’yê bi komaleyên Kurd re hevpeş tevdigerin û amadekariyên kampanyayeke nû ya alîkariya mirovî gihîştine qonaxa dawî.

Rêvebirên KAWA ragihandin ku li seranserê DYA’yê 13 saziyên Kurd li hev civiyane û platformeke hevpar ava kirine. Di vê platformê de Komîteya Rewşa Lezgîn a Rojava (ECR), Komaleya Kurd a Washingtonê (KAWA), Navenda Civaka Kurd a Kaliforniya (CalKurd), Navenda Civaka Kurd a Illinois (KCCI), Komaleya Perwerde a Kurd Amerîka ya Los Angelesê, Komelaya Kurd a New Englandê (NEKA), Civaka Kurd a Başûrê Kaliforniyayê (KCSC), Komaleya Kurd a Amerikayê (AKA), Meclîsa Civakên Kurdistan, Koma Kurd û Amerîkayê (KAG), JudiKA, Naren Briar û nûnerekî herêmî yê ji Bellevue (Washington) û Civaka Kurd a Albany cih digirin.

Rêveberên komaleyê bal kişandin ser qeyrana mirovî ya li Kobanê û gotin ku mirina zarokan ji ber sermaya zivistanê û mirina pitikan ji ber nebûna derfetên nexweşxaneyan bandoreke mezin li rayagiştî kiriye. Ji ber van pêşketinan, ji bo bersivdayîna pêwîstiya lezgîn a alîkariya mirovî, amadekariyên kampanyayeke nû gihîştine qonaxa dawî.

Di agahiyên hatiye parvekirin de hate diyarkirin ku armanca kampanyayê ji bo Rojava gihandina alîkariya mirovî ye û alîkarî wê bi rêya Heyva Sor a Kurd bên gihandin, li DYA’yê jî bi rêya Komaleya Mezopotamya ve bên koordîne kirin.