Li Grazê êrîşên çeteyan ên li ser Rojava hatin protestokirin
Li bajarê Graz ê Awusturyayê, Kurd û dostên wan li dijî êrîşên çeteyên DAÎŞ, HTŞ û dewleta Tirk ên li ser Rojava, daketin qadan.
Li bajarê Graz ê Awusturyayê, Kurd û dostên wan li dijî êrîşên çeteyên DAÎŞ, HTŞ û dewleta Tirk ên li ser Rojava, daketin qadan.
Li bajarê Graz ê Awusturyayê, protestoyên li dijî êrîşên çeteyên DAÎŞ, HTŞ û dewleta Tirk ên li ser Rojava dewam dikin. Bi sedan Kurdistanî û dostên wan tevlî çalakiya ku bi banga Komaleya DEM-KURD’ê hate lidarxistin bûn û Graz Hauptplatzê tijî kirin.
Gelek jin û ciwan tevlî çalakiyê bûn û dirûşmeyên, “Jin, jiyan, Azadî”, “Terorîst Colanî”, “Bijî YPG”, “Bijî YPJ”, “Gelê Kurd yek e” û “Bijî berxwedana Rojava” berzkirin.
Di daxuyaniya li ser navê komîteya amadekar de, îşaret bi êrîşên cîhadîstên HTŞ’ê yên bi piştgiriya Tirkiyeyê li ser jin û destkeftiyên gelê Kurd hate kirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Kurd wê li dijî êrîşan parastina mafên xwe bidomînin û bang li hemû aliyan hat kirin ku helwestê bigrin.
Her wiha di danezana ku ji aliyê dostên Kurdan ve hat xwendin de, hate destnîşankirin ku ew ê bibin şopdarê komkujiyên li dijî Kurdan û ew ê di her qadê de bi gelê Kurd re di nava piştevaniyê de bin.
Çalakî piştî banga meşa mezin ku wê sibê bi pêşengiya Partiya Komunîst a Awusturyayê bê lidarxistin, bi dawî bû.