BI DÎMEN

Li Atinayê bi sedan kes êrîşên li ser Rojava protesto kirin

Bi sedan kes li Atinayê bi meşekî girseyî êrîşên li Sûriye û Rojavayê li ser Kurdan, dorpêça Kobanê û gefên operasyonên leşkerî yên nû protesto kirin.

Li paytexta Yewnanîstan Atinayê, bi sedan kes bi banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Atinayê, li dijî êrîşên komên çete yên li ser Kurdên li Rojava û dorpêça li ser Kobanê meşiyan.

Meşa ku îro di saet 15:00’an de li Qada Syntagma destpê kir, heta Konsolosxaneya Tirk dewam kir. Tevî Kurdistaniyan, çepgir, anarşîst û şoreşger tevlî meşê bûn. Di meşê de dirûşmeyên “Bijî Kurdistan”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Rojava, Rojhilat, Kurdistan Yek Welat e” hatin berzkirin. Di tevahiya çalakiyê de bi dirûşmeyên Yewnan jî peyamên piştevaniya navneteweyî hate dayîn.

Di axaftinên meşê de, êrîş û komkujiyên ku ji serê meha Çileyê ve li seranserê Sûriye û Rojavayê li ser Kurdan tên kirin, hatin teşhîrkirin. Bi taybet îşaret bi dorpêça li Kobanê û gefên operasyonên leşkerî yên nû li ser Rojava hate kirin. Her wiha alîkariya leşkerî, siyasî û qadê ya Tirkiye û hêzên navneteweyî ji bo HTŞ-DAÎŞ û çeteyê din ên çekdar, bi gotinên tund hatin rexnekirin.

Di axaftinên li ser navê Nûnertiya PYD’ê ya li Atinayê,  KEFRA, Însiyatîfa RiseUpForRojava, DKP-BOG û REXIWI Ewropa de êrîş û gefên komkujiyiê hatin şermezarkirin û îşaret bi girîngiya piştevaniya bi gelê Kurd re hate kirin. Axaftvanan bang li saziyên navneteweyî kirin ku tavile dev ji hevkariya van sûcan berdin.

Di tevahiya meşê de hate diyarkirin ku statuya Rojava ji bo Kurd û dostên wan “xeta sor” e û banga tavile rawestandina êrîşan hate kirin. Çalakkî li pêşiya Konsolosxaneya Tirk bi daxuyaniyeke çapemeniyê bi dawî bû.