Li Parîsa paytexta Fransayê, bi deh hezaran Kurdistanî û dostên wan li dijî êrîşên çeteyan ên li ser Rojava û planên navneteweyî yên li dijî gelê Kurd, meşeke girseyî li dar xistin. Girseya ku li Meydana Républiqueê bi dirûşmên “Rojava rûmet e”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bi pêşengiya jinan jiyana azad” û “Rojava Rojhilatê Kurdistan yek welat e” hatin cem hev, ber bi Meydana Bastille ve meşiya.
Di çalakiya ku ji çar parçeyên Kurdistanê û gelên cuda beşdar bûn de hat destnîşankirin ku êrîşên li ser Şoreşa Rojava ne tenê gelê Kurd, lê belê pergala demokratîk, wekhevîxwaz û azadiya jinê ya ku li herêmê hatiye avakirin dike hedef. Girseyê planên hêzên navneteweyî yên li ser gelê Kurd protesto kir.
Berî meşê, li Meydana République kêliyeke sembolîk a balkêş hat jiyîn. Jinên Kurd ên ku di refên pêş de bûn, wekî sembola berxwedan û piştevaniyê porê xwe hûnandin; parlementerên Fransî û şaredar jî di nav de, jinên hilbijartî pêre bûn. Guliyên porê jinên Kurd wekî sembola herî bihêz a Şoreşa Rojava û têkoşîna azadiya jinê derket pêş.
Girseya ku saet di 14:30 de ber bi Bastille ve dest bi meşê kir, di dirêjahiya meşê de dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Rojava berxwedan e”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Rojava ne bi tenê ye” berz kirin. Di meşê de berxwedana dîrokî ya gelê Kurd a li dijî DAIŞ’ê hat bîranîn û Komkujiya Bataclanê jî nehat ji bîr kirin.
Çalakgerên ku li ber Bataclanê rawestiyan, qurbaniyên terora DAIŞ’ê bi bîr anîn. Di axaftinan de hat diyarkirin ku gelê Kurd ê ku li dijî DAIŞ’ê di refên herî pêş de şer kir, îro li hemberî êrîşên HTŞ û pêkhateyên mîna wê yên cîhadî bi tenê hatine hiştin.
Milê meşê bi dirûşman gihîşt Meydana Bastille. Li meydanê dirûşma “Rojava berxwedan e” derket pêş û ji hikûmeta Fransayê û hêzên navneteweyî re peyama “Em Lozana Duyemîn qebûl nakin” hat dayîn. Hat destnîşankirin ku statuya gelê Kurd nabe mijara bazarê.
Meşa ku bi pêşengiya TJK-F û CDK-F’ê hat lidarxistin, tevgera jinan di serî de, gelek parlementerên Fransî, endamên meclîsa şaredariyan, saziyên girseyî yên demokratîk û saziyên Kurdistanî beşdar bûn. Di çalakiyê de ku di bin tevdîrên tund ên ewlehiyê de pêk hat, bi pankart û dovîzan êrîşên li ser Şoreşa Rojava hatin protestokirin.
Di daxuyaniyên li Meydana Bastille de hat gotin ku êrîşên li ser Rojava ne tenê herêmî ne, ew destkeftiyên azadiyê yên hemû gelan û bi taybetî şoreşa jinê hedef digirin. Di serî de ji Fransayê, banga xwedîderketina li Şoreşa Rojava li raya giştî ya navneteweyî hat kirin.
Li meydanê nûnerên partiyên PS, LFI, PG, PCF, Les Verts, NPA, L’Après/Ensemble, Danielle Simonnet, UCL, France Kurdistan û SOS Racisme axivîn û êrîşên li ser Rojava şermezar kirin. Çalakî bi dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Rojava Rojhilatê Kurdistan yek welat e” û “Rojava rûmet e” bi dawî bû.