Air France û KLM’ê ji ber rageşiya li Rojhilata Navîn seferên xwe dane sekinandin

Air Franceyê ji ber rageşiya jeopolîtîk a li Rojhilata Navîn seferên xwe yên ji bo Dubaiyê bi demkî dane sekinandin û şîrketa Hollandayî KLM’ê jî ragihand ku wê seferên xwe yên ji bo Rojhilata Navîn dane sekinandin.

Air Franceyê daxuyaniyek da AFP’ê û di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ji ber rewşa ewlehiyê ya heyî seferên xwe yên ji bo bajarê Dubai yê Mîrnîşînên Erebî yên Yekbûyî dane sekinandin. Air Franceyê da zanîn ku ew tim geşedanên jeopolîtîk ên herêmên lê sefer çêdibin û balafir derbas dibin, dişopînin. 

Girêdayî vê yekê seferên AF660 û AF658 ên xeta Parîs-Dubaî yên roja Înê hatin betalkirin û du seferên xeta Dubaî-Parîsê yên ku dihat payîn roja Şemiyê werin, hatin betalkirin.

Her wiha şîrketa Hollandayî ya bi navê KLM jî da zanîn ku wê seferên xwe yên ji bo bajarên weke Tel Aviv, Dubai, Dammam û Riyadê dane sekinandin. Li gorî agahiyên li ser çapemeniya Hollandayê, hate diyarkirin ku KLM’ê biryara berbehs li gel rayedarên dewletê standiye lê belê hûrgiliyên biryarê nehatin parvekirin.

Şîrketa rêhawayê ya Elman a bi navê Lufthansa jî beriya niha daxuyaniyek dabû û di daxuyaniya xwe de ragihandibû ku wê seferên xwe yên ji bo Tehranê heya 29’ê Adarê dane sekinandin.
Her wiha hate destnîşankirin ku zexta DYE’yê ya li ser Îranê berdewam dike û Serokê DYE’yê Donald Trump diyar kiriye ku hêzên deryayî yên Emerîkayê ber bi Kendavê ve bi rê ketine.

Li gorî daxuyaniya Pentagonê keştiya balafiran a bi navê USS Abraham Lincoln ya li ser Behra Çîna Başûr a niha ber bi Kendavê ve diçe.