Li Frankfurtê meşa girseyî ya ji bo Rojava
Li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê bi sedan Kurdistanî li gel dostên xwe bi rengekî girseyî meşiyan û êrişên çeteyên dewleta Tirk, HTŞ û DAÎŞ'ê yên li ser Rojava şermezar kirin.
Li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê bi sedan Kurdistanî li gel dostên xwe bi rengekî girseyî meşiyan û êrişên çeteyên dewleta Tirk, HTŞ û DAÎŞ'ê yên li ser Rojava şermezar kirin.
Girseya gel êvara 23'ê Çileyê saet di 18:00 de li Gar a Trenê ya Navendî ya Frankfurtê li hev kom bû û piştî deqeyeke rêzgirtinê dest bi meşê kir.
Di çalakiyê de ku ji aliyê Meclîsa Gel a Herêmê û Meclîsa Jinê ve hate lidarxistin, girseya gel ji Gar a Trenê ya Navendî ya Hauptwache meşiya.
Di meşê de dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî YPG-YPJ", "Bijî Serok Apo" û "Jin, Jiyan, Azadî" hate qîrîn.
Li qada mîtîngê axaftin hate kirin û hate ragihandin ku êrişên li ser Rojava ne tenê li ser herêmê ye, di heman demê de gefeke berfireh a li sertevahiya Kurdistanê ye. Qisekeran diyar kirin ku hêzên navneteweyî û berjewendîparêzên li herêmê gelê Kurd li hemberî DAÎŞ'ê û çeteyên weke wê bêpaarastin hiştine.
Her wiha hate destnîşankirin ku têkoşîna bi pêşengiya YPG û YPJ'ê tê meşandin ne tenê ji bo gelê Kurd e, xeteke parastinê ya ji bo tevahiya mirovahiyê ye.
Ji bo meşeke nû ya vê Şemiyê saet di 13:00 de li Gar a Trenê ya Navendî ya Frankfurtê bê lidarxistin banga tevlîbûnê hate kirin.