BI DÎMEN

Li Stavropolê dijî êrîşên li ser Rojava daxuyanî hate dayîn

Kurdên li herêma Stavrapolê ya Rûsyayê, li gel tevlîbûna nûnerên sazîyên Kurd ên ji navçeyên bajêr têkildarî êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek dan û êrîş şermezar kirin.

Kurdistaniyên li herêma Stavrapolê ya Rûsyayê dijîn, bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên girêdayî HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk ên li ser Rojava li hev kom bûn. Di çalakiyê de Hevserokê Otonomiya Kurd a Navçeya Novoalêksandrovskê Huseynê Çerkez axivî û ev yek anîn ziman: ‘’Em li ser navê gelê Kurd ê li vir qadê çeteyên êrîşkaran û hemû hêzên ku piştgiriyê didin wan şermezar dikin. Dewletên weke Emerîka, Îngilistan, Fransa û Tirkiyeyê bi hev re hêzên terorîst kom kirine û berê wan dane gelê Kurd.’’

Huseynê Çerkez piştre bal kişand ser berxwedana gelê Kurd a li hemberî êrîşên çeteyan û got: ‘’Gelê me li hemberî van hêzan îro li ser pîyan e. Ew ê serî li ber tu hêzan netewîne. Rojavayê Kurdistanê wê ji neyaran re bibe goristan. Gêlê me yê li Rojava, hûn ne bi tenê ne, em hemû bi hev re ne û 60 mîlyon Kurd bi we re ne! Ciwan amede ne ku werin û tevlî Şoreşa Rojava bibin.”

Piştre Qadirê Misret li ser navê rûspîyên Kurdên li Stavropolê axivî, piştgiriya xwe ya ji gel û hêzên Rojava re da diyarkirin û ev yek anîn ziman: ‘’Tu hêz nikarin vîna gele me bişkînin. Ew hewl didin ku di bin navê olê de gelê me bixapînin. Lê belê gelê me bûye yek û planên wan baş dibînin.”

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên weke “Bijî berxwedana QSD” û “Bijî berxwedana YPG û YPJ’ê” bi dawî bû.