Pauline ya ku tevlî Karwana Gel bû: Em dixwazin bêdengiyê bişkînin
Pauline, ku ji Lozanê tevlî Karwana Gel a (RiseUp4Rojava) bû got ku ew ê “Her tiştî bikin da ku bêdengiyê bişkînin û piştgiriyê bidin berxwedanê.”
Pauline, ku ji Lozanê tevlî Karwana Gel a (RiseUp4Rojava) bû got ku ew ê “Her tiştî bikin da ku bêdengiyê bişkînin û piştgiriyê bidin berxwedanê.”
Karwana Gel a RiseUp4Rojava ku ji kolektîfên şoreşger pêk tê ji bo piştgiriya Şoreşa Rojava ji gelek bajarên Ewropayê bi rê ketin.
Enternasyonalîstên ji welatên cuda, di serî de ji Elmanya, Fransa û Îtalyayê, ber bi Kobanê ve ketin rê. Pauline, ku ji Lozanê tevlî Karwana Gel bû, armanca tevlîbûna xwe anî ziman.
"Silav. Navê min Pauline û ez 21 salî me. Ez ji bajarê Lozan a Swîsreyê tevlî karwana gel bûm da ku biçim Kobanê. Kobanê sembola serketina li dijî DAÎŞ’ê ye û îro dîsa di bin dorpêçê de ye. Em li vir in da ku bêdengiya medyayê ya li ser rewşa Rojava bişkînin û hevgirtina xwe bi gelê berxwedêr re bi taybetî jinan re nîşan bidin. Em bi armanca piştgiriyê bidin şoreşa Rojava ku li ser bingeha jiyana hevpar a gelan, azadiya jinan û ekolojiyê hatiye avakirin, li vir in."