Li paytexta Îngilîstan Londonê, bi hezaran Kurdistanî li dijî êrîşên li ser Rojava li Qada Trafalgar a navdar kom bûn. Enternasyonalîst, rêxistinên çepgir ên şoreşger û gelek rêxistinên girseyî yên demokratîk jî beşdarî çalakiya Kurdistaniyan. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Defend Rojava”, “Hands off Rojava”, “Bijî Kurdistan”, “Terorîst Colani”, “Terorîst Erdoğan” hatin berzkirin.
Zarokên Kurd di çalakiyê de helbest xwendin û hunermendan bi hev re sirûda, “Ey Reqîb” û strana “Şervano” gotin. Li ber sirûûda Ey Reqîb, ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê deqîqeyek rêz hate girtin.
Jinên Kurd li dijî qutkirina keziyê şervaneke jin a li Reqayê ji aliyê çeteyên HTŞ’ê ve, bi awayekî rêz porên xwe kirin kezî.
Di axaftinên çalakiyê de hate destnîşankirin ku li Kobanê ya di bin dorpêçê de 5 zarokên Kurd ji ber sarmayê jiyana xwe ji dest dane û wiha hate gotin, “Ev bêexlaqî ye. Ev sûcê şer a li dijî mirovahiyê ye. Parastina Kurdan a li dijî êrîşên çeteyên cîhadîst ên dest bi xwîn û çeteyên hov ên HTŞ’ê ku bermahiya DAÎŞ’ê ne, berspirsyariya hemû mirovahiyê ye. Divê mirovahî nemire. Ev şerê rûmetê ya mirovahiyê ye. Li dijî vê bêexlaqiyê û hovan Rojavayê biparêze, Kurdistanê biparêze.”
Kurdistaniyan piştî çalakiya xwe ya li vir, bi awayê kortejê ber bi avahiya Wezaretxaneyê ve meşiyan. Girseyê bi hev re dirûşmeyên, “Kurdistan yek e”, “Rojava Rojhilat yek e, Kurdistan yek e”, “Bijî Berxwedana Rojava” berzkirin.
Girseyê çalakiya xwe li pêşiya avahiya Wezaretxaneyê bi dirûşmeya “Shame on you”, “Şerm bikin” bi dawî kir.
HULL
Li bajarê Hull ê Îngilîstanê jî, Kurdistanî careke din li Qada Victoria li hev kom bûn û êrîşên li ser Rojava protesto kirin. Di çalakiya ku komên enternasyonalîst jî piştgirî dan de gelek caran dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Kurdistan”, “Hands off Rojava” hatin berzkirin. Di çalakiyê de alên YPG û YPJ’ê hatin hildan. Her wiha hate diyarkirin ku li Kobanê ji ber dorpêçê 5 zarok ji ber sarmayê jiyana xwe ji dest dane û bertek nîşanî rewşê hate dayîn.
Jinên ku tevlî çalakiyê bûn, porên xwe kirin kezî û bal kişandin ser berxwedana jinan û azadiyê ya li Rojava. Girseyê piştî axaftinên li vir, ber bi navenda bajêr ve meşiyan û çalakiya xwe ya protestoyî domand.
LEEDS
Bi sedan Kurdistanî li bajarê Leedsê jî li dijî êrîşên Rojava mitîngek li dar xistin. Di mitîngê de hate destnîşankirin ku divê civaka navneteweyî xwedî li Rojava derkeve û wiha hate gotin, “Li dijî van êrîşan rabûn erka hemû mirovahiyê ye. Em ê li dijî van êrîşan Rojava, Kurdistanê biparêzin. Ev têkoşîna rûmetê ye.”
Di dema axaftinan de sirûd hatin gotin û dirûşmeyên “Bijî YPG, Bijî YPJ”, “Jin jiyan azadî”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Rojava”, “Bijî Kurdistan”, “Terorîst Colanî”, “Terorîst Erdogan” hatin berzkirin. Girseyê piştî axaftinan ber bi navenda bajêr ve meşiya.
BIRMINGHAM
Li bajarê Birminghamê jî bi hezaran Kurdistanî li navenda bajêr li hev civiyan û mitînga bi sernavê “Dawî li şerê li dijî Kurdan bînin” hate lidarixstin.
Di mitîngê de ev peyam hate dayîn, “Hovîtiyê rawestînin. Colaniyê terorîst, DAÎŞ, bermahiyênwî û dewleta Tirk ku piştgiriyê DAÎŞ’ê ye rawestînin.”
Her wiha bêdengiya Îngilîstanê ya li dijî êrîşên cîhadîst ên bermahiya DAÎŞ’ê hate proestokirin û wiha hate gotin, “Ev cîhadîst li vî welatî bi dehan kes qetil kir. Belê DAÎŞ vegeriya. Bêdengiya we jî tê wateya xwîn e. Niha van nemerdan rawestînin.”
Girseyê piştî mitîngê bi çepik, dirûşme û tilîliyan ber bi navende bajêr ve meşiya.
CARDIFF
Li bajarê Cardiff ê welatê Galler jî bi hezaran Kurdistanî li qada Pen-y-Lan li hev civiyan û careke din êrîşên li ser Rojava protesto kirin. Girseyê banga kombûna li dora gelên Rojava û Kurdistanê kir.
Çalakî ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir û gelek caran dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Rojava”, “Bijî Kurdistan”, “Terorîst Colani”, “Terorîst Erdogan” hatin berzkirin.
Girseyê diyar kir ku êrîşên ku bi destê dewleta Tirk, HTŞ û çeteyên hov ve tê meşandin, li dijî mirovahiyê tê pêşxistin û wiha hate gotin, “Gelê bi rûmet ê Kurdistanê li dijî van hovan têdikoşin. Ev şer şerê mirovahiyê ye. Îro bajarên Kurdistanê ji aliyê çeteyên hov ve di bin dorpêçê de ne û zarok ji sarma û birçîbûnê jiyana xwe ji dest didin. Ev nemerdî ye, vê nemerdiyê rawestînin.”
Girseyê piştî axaftinan, bi alên YPG, YPJ û Kurdistanê dest bi meşê kirin. Meş bi dirûşme, çepik û tilîliyan bi dawî bû.