BI DÎMEN

Aktîvîstên Fransî ji bo Rojava meşiyan

Li bajarê Marsilya yê Fransayê bi pêşengtiya ‘’Collectif Internationaliste Marseille–Kurdistanê (CIMK)” meşa piştevaniya li gel Rojava hate lidarxistin.

Fransiyên dostên Kurdan û aktîvîstên ku di saet 13.00’an de li Qada La Plaine ya Marsilyayê hatin ba hev, tevahiya meşê pankarta bi nivîsa; “Marseille Solidarité Kurdistan” hilgirtin.

Di çalakiyê de dirûşmeyên weke “Rojava ne bi tenê ye”, “Biji Berxwedana Rojava” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin.

Di çalakiyê de daxuyaniyên bi Fransî hatin dayîn û di daxuyaniyan de hate îfadekirin ku çeteyên HTŞ û DAÎŞ’ê li gel hikûmeta Sûriyeyê ji Tirkiyeyê piştgiriyê distînin û hewl didin li ser Rojavayê Kurdistanê komkujiyê pêk bînin.

Her wiha hate diyarkirin ku divê hêzên navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî (NY) li hemberî tiştên ku li herêmê diqewimin bi awayekî demildest bikevin liv û tevgerê.

Hate diyarkirin ku çalakî wê tevahiya rojê li gel belavkirina belavokên bi Fransî berdewam bike.