Li Ewropayê berxwedana Rojava bi grafîtan tê dîtin

Gelê Kurd û dostên wan, li dijî êrîşên çeteyên HTŞ’ê û ji bo piştgiriya şoreşa Rojava, li gelek bajarên Ewropayê kuçeyên û diwaran bi çalakiyên dîtbar tije dikin.

Çalakiyên piştgiriyê û hevgirtinê bi şoreşa Rojavayê li seranserê Ewropayê bi awayên cuda berdewam dikin. Dema ku bi hezaran kes beşdarî xwepêşandanên li meydanan û kuçeyan dibin, komên hevpar ên bi navê “Writers Against Fascism” li gelek bajarên Almanyayê, li stasyonên metro, trênan, diwaran û kuçeyan grafîtên li ser berxwedana Rojava çêkirin.

Çalakvanan diyar kir ku bi van xebatên dîtbarî dixwazin berxwedanê berçav bikin. Yek ji beşdaran, Tanja, got: “Şoreşa Rojava nirxa hevpar a me hemûyan e. Em dixwazin ku her kes bibîne.” Grafît û wêneyên nivîskî peyamên hevgirtinê li dijî êrîşên li ser jiyana hevpar a gelan, jinan û çandên li Rojava digirin nav xwe.