Li Kanadayê çalakî dewam dikin: Berxwedan li her cihî ye, Kurd wê bi ser bikevin
Kurdistaniyên li çar aliyên Kanadayê ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriyê yên li ser Rojava li Ottawayê li hev kom bûn.
Kurdistaniyên li çar aliyên Kanadayê ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriyê yên li ser Rojava li Ottawayê li hev kom bûn.
Meş bi banga hevpar a saziyên Kurdistanî hate lidarxistin û Kurdistaniyên ji çar aliyên cîhanê li hev kom bûn, peyama yekîtî, berxwedan û azadiyê dan.
Girseya gel serê sibehê ji bajarên cuda bi rê ketin û gihîştin Ottawayê. Piştre jî li ber avahiya Parlamentê li hev kom bûn û berxwedana Rojava silav kirin. Di çalakiyê de tim û tim dirûşmên "Bijî bexwedana Rojava", "Kurdistan wê li faşîzmê bibe goristan" û "Dawî li dagirkeriya dewleta Tirk bînin" hatin qîrîn.
Bi navê girseya gel daxuyaniyek hate dayin û hate ragihandin ku dewleta Tirk bi bêdengiya hêzên navneteweyî û erêkirina wan li Rojava êrişî sivîlan dike. Di daxuyaniyê de bi dewamî hate gotin, "Ya ku li Rojava êriş lê tê kirin ne tenê gelê Kurd e. Şoreşa jinê ye, jiyana hevpar a gelan e, têkoşîna mirovahiyê ya li dijî DAÎŞ'ê ye. Berpirsyarê van êrişan çeteyên dewleta Tirk, bermahiyên DAÎŞ'ê, çeteyên HTŞ'ê û hêzên navneteweyî ne ku êrişan ji nedîtî ve tên."
Çalakgeran bang li raya giştî ya Kanadayê û dewletên cîhanê kir ku ji bo rawestandina komkujiyan, ji bo ragihandina qada li firînê qedexe û parastina gelê Rojava bikevin nava liv û tevgerê.
Meşê heta ber Konsolosxaneya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) dewam kir. Di axaftinên li vê derê de hate ragihandin ku DYE'yê berpirsyariyên xwe yên ji bo gelê Rojava bi cih neaniye û piştî têkoşîna hevpar a li dijî DAÎŞ'ê 'xiyaneteke giran' li Kurdan hatiye kirin.
Hate destnîşankirin ku di her êrişa li ser Rojava de para bêdengiya DYE'yê heye û gelê Kurd wê vê xiyanetê ji bîr neke.
Meş li ber avahiya Parlamentê bi daxuyaniya çapemeniyê ya dawî bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.