Beriya mîtînga mezin a ku tê payîn li paytexta Swêdê Stockholmê roja şemiyê bi deh hezaran kes beşdar bibin, hewldanên dîplomatîk jî zêde bûn.
Yusuf Onal û Menîce Yıidirim ji Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ji bo têkiliyan çûn Parlamentoya Swêdê.
Piştî têkiliyên bi Sosyal Demokratan re, hate zanîn ku hin parlamenter dê beşdarî mîtînga li Stockholmê ya roja şemiyê bibin.
Daxuyaniya partiyê ji aliyê Serokê Alîkar ê Komîteya Parastinê ya Parlamentoya Swêdê Morgan Johansson ve hate parvekirin. Daxuyanî wiha ye:
“Em wekî Sosyal Demokratan ji pêşkeftina tundiyê li Sûriyê pir xemgîn in û em êrîşên dawî yên hêzên hikûmeta Sûriyê yên li ser Kurdan û herêmên Kurd şermezar dikin.
Em daxwaza agirbesteke lezgîn dikin. Divê alî vegerin ser maseya muzakereyê û diyaloga siyasî ya li ser pêşeroja Sûriyê ji nû ve bidin destpêkirin.
Em binpêkirinên mafên mirovan şermezar dikin û em daxwaz dikin ku ji kesên berpirsiyar ên li ser îstismarên ku îro li Sûriyê tên kirin hesab bên pirsîn. Divê sûc bên lêpirsînkirin û berpirsiyar radestî edeletê bên kirin.
Hêzên Kurd bi hev re bi Koalisyona Navnetewî re berpirsiyariyeke mezin girtin ser xwe ji bo têkbirina terorîzmê, hewldanên biryardar nîşan dan û fedekariyên mezin kirin. Ev yek nîşan dide ku welatên endamên koalisyonê berpirsiyariyeke taybet heye ku bi awayekî xurt tev bigerin da ku êrîşên îro yên li ser Kurdan rawestînin.
Divê mafên kolektîf û kesane yên komên etnîkî û olî yên Sûriyê bên mîsogerkirin. Pêvajoya piştî dîktatoriya Esed divê hemû aliyan bigire nav xwe.
Komkujiyên li ser Dûrzî û Elewiyan ên dubare, xetereyên heyî eşkere nîşan didin.
Hin beşên desthilatdariya heyî ya Şamê bi tevgerên îslamî yên radîkal ên ku berê wekî terorîst hatine binavkirin ve girêdayî ne. Ev rewş daxwazên misogeriyên demokratîk, parastina kêmneteweyan û çavdêriya navneteweyî hîn zêdetir lezgîn dike.
Sosyal Demokrat daxwaz dikin ku hikûmeta Swêdê ji bo pêşîgirtina li felaketeke mirovî ya nû li Sûriyê hemû kanalên dîplomatîk ên heyî bi kar bîne.
Alîkariya Swêdê ya ji Şamê re û piştgiriya siyasî divê bi daxwazên zelal ên ji bo demokrasiyê, mafên mirovan û parastina kêmneteweyan ve girêdayî be.”
Partiya Çep jî bi daxuyaniya xwe hemû hilbijêrên xwe ji bo mîtînga îro li Stockholmê vexwend.