Wê sibê ji bo siyasetmedar Selîm Sadak merasîm were lidarxistin

Ji bo Siyasetmedar Selîm Sadak ku ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da, wê sibê li Ilsfeldê merasîm were lidarxistin.

Siyasetmedarê Kurd Selîm Sadak duh li bajarê Heilbronnê yê Elmanyayê ji ber nexweşiya penceşêrê ku ev demek dirêj bû dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Ji bo Selîm Sadak sibê (25’ê Çileyê) li Salona Dawetê ya Can a li Ilsfeldê merasîma cenazeyê were lidarxistin.

Merasîma ku ji aliyê Federasyona Gelên Kurdistanî (FED-GEL), BW û BAYERN’ê ve tê lidarxistin, wê ji bo gelê Kurd û dostên wan vekirî be. FED-GEL’ê diyar kir ku ew ji ber wefata Sadik pir xemgîn in û bang li her kesî kir ku tevlî merasîmê bibin.

Navnîşan ku merasîma cenazeyê were lidarxistin: Salona Dawetê ya Can, Benzstraße 4, 74360 Ilsfeld