Caravana Gelan ji Berlînê ber bi Rojava ve bi rê ket
Piştî bajarên Hannover û Kolnê yên Almanyayê, ji Berlînê jî komek enternasyonalist ji bo piştgiriya Rojava bi rê ket.
Piştî bajarên Hannover û Kolnê yên Almanyayê, ji Berlînê jî komek enternasyonalist ji bo piştgiriya Rojava bi rê ket.
Bi dehan enternasyonalist li qada Brandenburger Torê li Berlînê civiyan û bi balkişandina ser êrîşên li Rojava û Kobanê, ragihandin ku ew ji bo parastina Rojavayê û xurtkirina hevgirtina navnetewî rê dikevin. Di nav komê de nûnerên People Bridge, ZORA û YS jî hebûn.
Ciwanan di daxuyaniya çapemeniyê de êrîşên çeteyên HTŞ û yên ku di bin bane dewleta Tirk de ne û dîsa dorpêçkirina Kobanê şermezar kirin. Çalakvan bi dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî Berxwedana Rojava” û “Bijî Hevgirtina Enternasyonal” hatin şandin.
Heyeta ku êvarê bi awayekî komî ji Berlînê ber bi Leipzigê ve çû, piştî Leipzigê dê ber bi Viyanayê ve biherike. Li wir dê bi enternasyonalistên ku ji welatên cuda hatine re li hev werin. Koma ku wê li vir kombibe, dê bi rêya welatên Rojhilatê Ewrûpayê ber bi Rojava ve rê bikeve.