Li dijî êrîşên li ser modela xweseriya demokratîk û konfederalîzma demokratîk a ku piştî 14 salan fedakariyên mezin li Rojava hatî bicîhkirin, li hemû bajarên Îtalyayê çalakî û xwepêşandan têne lidarxistin. Pêla çalakiyan ku ji Torînoyê heta Cataniayê û li hemû Îtalyayê dest pê kirine, niha bajar û navçeyên piçûktir jî beşdar bûn. Piştî bertekên destpêkê yên ku bi dirûşma ‘Agirê berxwedanê li her derê pêxin' dest pê kirin, tevgerên civakî yên li Îtalyayê vê carê bi awayekî rêxistinkirîtir û girêdayîtir dê di 24’ê Çileyê de li 20 navendên cûd derkevin kolanan.
BOLOGNA
Yek ji bertekên pêşîn ên li hember êrîşên li ser pergala li Rojava çalakiya ku ji hêla navendên civakî (Labas, TPO û Ya Basta) ve li Bologna bi hev re hatî organîzekirin bû. Dostên Îtalî yên ku di roja destpêkirina êrîşan de derketin kolanan, roja Sêşemê di çalakiya li Piazza Maggiore ya ku qada herî qerebalix a bajêr e, agirê berxwedanê pêxistin. Pankartên mezin "Konfederalîzma Demokratîk" û "Jin Jiyan Azadî" hatin hilgirtin. Dawiya vê hefteyê, civînek du roja bi navê "O Re O Liberta" (Yan Kral an Azadî) https://reoliberta.noblogs.org bi beşdariya tevgerên civakî li seranserê Îtalyayê tê lidarxistin. Modela konfederalîzma demokratîk dê di vê civînê de were nîqaşkirin. Piştî çalakiyê, komek dê ji Bologna biçe tevlî Karavana Gelan bibe.
TORÎNO
Yek ji bajarên ku xwepêşandanên herî mezin lê hene, Torîno e. Li Torînoyê xwepêşandanên bi pêşengiya ciwanan bênavber berdewam dikin. Li zanîngehan, li kolanên qerebalix ên bajêr, an jî li deverên gundewarî yên Alpê ji bo piştgiriya şoreşa Rojava seferber dibin.
Ciwan li Torînoyê êrîşên li dijî şervanên jin ên Kurd protesto dikin.
MÎLANO
Amadekariyeke din ji bo Karavana Gelan li Mîlanoyê tê kirin. Komek ji Îtalya û Fransayê ku wê beşdarî çalakiya karavanê bibin, piştî xwepêşandana rojek berê li Mîlanoyê hat lidarxistin, zû seferber bûn. Yekem hevdîtina karavanê li Îtalyayê, Mîlano bû. Duh li ser banga Komeleya Konfederalîzma Demokratîk li Piazza Castello çalakiyek li dar xist.
https://www.instagram.com/p/DT0Rgz2DdI0/?img_index=1
Çalakiyek xweber a mîna ya li ber Colosseumê li Romayê duh li Rimini û Pinereolo pêk hat.
Êrîşên ku armanca wan tepeserkirina şoreşa Rojava û berxwedana gel bû, ji hêla dezgehên çapemeniyê yên Îtalyayê yên wekî Il Manifesto û Republica û her wiha di weşanên tevgerên çepgir de hatin şopandin.
Jin Jiyan Azadî ku ji bo jinan bûye dirûşmeyek gerdûnî, di her çalakiyê de, di her pankart dirûşmeyê de cihê xwe digire. Li Bologna, Roma û Riminiyê pankartên "Jin Jiyan Azadî" hatin vekirin, li Mîlanoyê jî pankarta ”Şoreşa jinan li Rojava dilê Sûriyeyeke demokratîk e" hat hilgirtin.
Tevgerên çepgir ên li Reggio Emiliayê bi dirûşmeya “Ji çiyayên Kurdistanê ber bi bajarên me ve Jin Jiyan Azadî” peyamên hevgirtinê dan.
Ciwanên li Torîno piştgirî dan çalakiyahunadina porê jinên Kurd.
Li seranserê Îtalyayê sibê zêdetirî 20 bajaran wê xwepêşandan û çalakî bên lidarxistin. Her wiha wê li Mîlano û Padovayê komên nû yê beşdarî karavana gel bibin wê bên oxirkirin.

