Kurdistaniyan, li bajarokê Davosê yê ser bi Kantona Graubünden a Swîsreyê ku Foruma Aborî ya Cîhanê lê tê li dar xistin, êrişên qirkirinê yên li ser Rojava protesto kirin. Bi sedan Kurdistanî û şoreşgerên enternasyonalîst tevlî çalakiya ku li ber Mala Amerîkayê (USA Haus) hate lidarxistin bûn.
Di çalakiyê de pankartên “Stopp den Massaker in Rojava” û “Defend Rojava” hatin vekirin. Girseya gel bi berdewamî sloganên wekî “Bijî berxwedana Rojava”, “Rojava Rojhilat e, Kurdistan yek welat e”, “Terorîst Erdogan” û “Terorîst Colanî” berz kirin. Li navenda Davosê tevgereke awarte hate dîtin û bi hezaran kesên ku di rê de derbas dibûn, bi nîşaneyên serkeftinê û sloganan piştgirî dan çalakgeran. Her wiha eleqeya zêde ya rojnamevanan jî bal kişand.
Kurdistaniyan di daxuyaniya xwe ya bi zimanê Îngilîzî de diyar kirin ku li ber çavên hemû cîhanê li dijî gelê Kurd qirkirin tê meşandin. Hate destnîşankirin ku gelê Kurd ê ku li dijî planên qirêj ên hêzên navneteweyî berxwedaneke lehengî dimeşîne, dê ji êrişên sala 2014’an ên li ser Kobanê ders bigire û careke din bi ser bikeve. Di daxuyaniyê de bang li raya giştî ya navneteweyî hate kirin ku hesas bin.
Çalakiya ku bi saetan ajot, bi sloganan bi dawî bû.