BI DÎMEN

Li Helsinkiyê Kurd qadan neterikandin

Li paytexta Fînlandiya Helsinkiyê, di meşa ku piştgiriya berxwedana Rojava hat kirin de bang hate kirin ku êrîşên li ser Rojava bêne rawestandin û alîkariya mirovahî ya lezgîn ji sivîlan re bê peydakirin.

Li paytexta Fînlandiya Helsinkiyê, ji bo piştgiriya berxwedana Rojava çalakiyeke protestoyê hate lidarxistin. Çalakiya li dijî çeteyên DAÎŞ-HTŞ li Sûriyeyê, bi meşê li navenda bajar dest pê kir.

Ji parçeyên cuda yên Kurdistanê gelek kes beşdarbûn û di dema meşê de dirûşmeyên li dijî dagirkeriyê hatin berzkirin. Girse piştre ber bi Balyozxaneya DYA’yê ve meşiya. Li ber balyozxaneyê di daxuyaniyan de, DYA û hin dewletên Ewropayê bi hevkariya bi çeteyên cîhadî re hatin tawanbar kirin û rexne kirin.

Di daxuyaniyan de her wiha bang hate kirin ku êrîşên li ser gelê Kurd bêne rawestandin û alîkariya mirovahî ya lezgîn ji sivîlan re bê peydakirin. Di çarçoveya çalakiyê de hin jinên ciwan performanseke kurt pêşkêş kirin û dîlan hate gerandin.

Tevî şert û mercên sar ên hewayê jî, hat dîtîn ku beşdarbûna çalakiyê bilind bû.