HANNOVER 
Li bajarê Hannoverê yê Almanyayê, jinên beşdarî kampanyaya “Jin Rojava Diparêzin” (Women Defend Rojava) bûne, li pêşiya parlamentoya herêmî pankartên şermezarkirina êrîşên li ser Rojava û bang li parastina şoreşa jinê kirine, çalakiyek lidar xistin. Hêzên ewlehiyê yên parlamentoyê tundî li çalakvanan bikar anîn.
MUNÎH 
Ji bajarê Mûnîhê yê Almanyayê enternasyonalîstan, ji bo bang li piştevaniya şoreşa Rojava bikin û piştevaniya hikûmeta Almanyayê ya ji bo Colani û hikûmeta demkî ya cîhadî ya Sûriyê şermezar bikin, ofîsa Partiya Sosyal Demokrat (SPD) dagir kirin.
HAMBURG
Li bajarê Hamburgê yê Almanyayê, ciwanên Kurd li stasyona trênê çalakiya rûniştinê kirin, trên rawestandin û bal kişandin ser qirkirin û komkujiyên DAÎŞ û HTŞ yên li dijî gelê Kurd.
BARCELONA

Li paytexta Katalonya Barselonayê, enternasyonalîstan li pêşiya ofîsa Komîsyona Ewropayê protestoyek lidar xistin. Çalakvanan bal kişandin ser wê yekê ku dewletên DYA û Ewropayê bi sûc beşdarî êrîşa qirkirinê ya DAÎŞ-HTŞ a li ser Rojava dibin û wan teşhîr kirin.
MYANMAR
Ji Myanmarê Eniya Navneteweyî ya Antî-Faşîst (Anti-Fascist Internationalist Front-AFI), silavên şoreşgerî ji gelê Rojava re şandin û piştevaniya xwe ji bo YPG/YPJ û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD)ragihandin.
ROMA
Li bajarê Roma yê Îtalyayê, ji bo piştevaniya gelê Rojava du çalakiyên spontanê hatin lidarxistin.
Çalakvanan ragihandin ku ew ê têkoşîna li dijî êrîşên li ser Rojava mezin bikin û piştgiriyê bidomînin.
EFRÎKAYÊ BAŞÛR
Jinên Efrîkayê Başûr ji bo piştgiriya xwe ya Rojavayê Kurdistanê raber bikin, hatin ba hev û bi dirûşmeyan berxwedana gelê Kurd sllav kirin.