Ji Navenda Olof Palme ya Navneteweyî daxuyaniya têkildarî Rojava

Saziya fikrî ya herî girîng a Swêdê Olof Palme International Center daxuyaniyek da û got, "Mafên gelê Kurd careke din di bin gefê de ne."

Olof Palme International Center ku bi karên xwe yên li ser azadiya fikrî û mafên mirovan a li cîhanê tê naskirin, têkildarî rewşa heyî ya li Sûriye û Rojava daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Rewşa li bakurrojhilatê Sûriyeyê gelekî krîtîk e û mafên gelê Kurd careke din di bin gefê de ne. Şerê çekdarî yê ku dewam dike, dikare herêmê careke din bixe nava şerekî bi xwîn û nû. Berdêla herî giran a şerekî bi vî rengî wê careke din sivîl bidin.

Guhertina ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) Yekîtiya Ewropayê di helwesta xwe ya dîplomatîk a têkildarî Sûriyeyê de di demeke kurt de kirin, ji aliyê me ve bi fikar têne şopandin. Ev nîşaneyên ku ji aliyê aliyekî ve weke 'qada tevgerê ya serbest' ji aliyê aliyekî din ve jî weke 'xiyanetê' tê fêhmkirin, xwedî wê rîskê ye ku krîzê girantir bike û şensê lihevkirina siyasî lawaz bike.

Çareseriyeke mayinde û domdar divê xwe bispêre garantiya mafan, parastina hindikahiyan û rêveberiyeke tevgir. Aramî tenê bi rêya kontrola leşkerî pêk nayê; li ser bingeha tevlîbûna civakî û mafên mirovan divê bê avakirin.

Palme Center ji bo kêmkirina rageşiyê ya bi lez û peydakirina çareseriyeke siyasî û aştiyane banga diyalogê dike. Divê aktorên siyasî tevkariyê li kêmkirina rageşiyê, parastina mafan û pêvajoyeke diyalogê ya tevgir bikin. Pêwîstiya Sûriyeyê bi rêyeke rizgariyê ya siyasî heye, ne bi şerekî girantir."