Kurdistanî û dostên wan ên ku, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên ku ji aliyê komên çete yên girêdayî Hikûmeta Sûriyê ya Demkî ya bi piştgiriya dewleta Tirk ve tên kirin, li hemberî vê hêrsa xwe her ku diçe zêde dikin. Çalakvanên ku ji rojên berê ve li kolanan in, îro jî protestoyên xwe berdewam kirin.
Bi tevahî li bajarên Bern, Lozan, Basel, Zûrîh, Lugano û hwd. bi hezaran kes derketin qadan, êrîşên komên çete yên li ser Rojava şermezar kirin. Di axaftinên li çalakiyan de bang li civaka navneteweyî hate kirin ku tavilê bikeve tevgere.
BERN: DEV JI HEVKARİYA SÛC BERDIN
Yek ji navendên çalakiyan paytext Bern bû. Li ber stasyona trênê ya navendî bi hezaran çalakvan kom bûn û ji wir heta ber Balyozxaneya DYA’yê ya li Bernê meşiyan.
Bi pankart û daxuyaniyên ku bal kişandin ser berxwedana Rojava, dirûşmeyên bi yek dengî yên wek “Yek e Yek e Kurdistan yek e”, “Bijî Berxwedana Rojava” û “Terorîst Colanî” hatin berzkirin. Li ser rêya meşê gel bi çepiklêdan piştgirî da çalakvanan. Daxuyaniyên li ser rewşa Rojava hatin belavkirin û bal hate kişandin ser hevkarîya sûc a civaka navneteweyî.
Piştî meşê, li ber Balyozxaneya DYA’yê mîtîngek hate lidarxistin. Di axaftinan de rola DYA’yê di êrîşan de hate rexnekirin û hate xwestin ku ev xeletî bê sererastkirin. Piştî mîtîngê çalakvan çûn ber Parlamentoya Federal a Swîsreyê, ku ji 4 rojan ve nobeta çalakiyê didomînin.
LOZAN:DIVÊ SWÎSRE BIKEVE TEVGERE
Navendeke din a çalakiyan bajarê Lozan bû. Li Meydana St. Laurent bi sedan çalakvan kom bûn û mîtîngek lidar xistin. Bi alayên YPG, YPJ, KCK, QSD’ê ve girseyê gelek caran dirûşmeyên piştgiriya berxwedana Rojava kirin û komkujiyên komên çete yên bi piştgiriya dewleta Tirk tên kirin şermezar kirin.
Ji aliyê Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) û Meclisa Jinên Kurd a Lajîn ve axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hate gotin ku hedefa êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne tenê Kurd in, hemû gelên herêmê ne. Hate diyarkirin ku parastina Rojava tê wateya parastina şoreşa jinê û bang li her kesî, bi taybetî jinan, hate kirin ku Rojava biparêzin.
Her wiha endamê Meclisa Şaredariya Lozanê yê Partiya Sosyalîst Samson Yemane jî axivî. Yemane girîngiya modela Rojava weke mînakek ji bo herêmê destnîşan kir û got ku divê ev model bê parastin. Rewşa bêdeng a Swîsreyê li hember êrîşan rexne kir û bang li Swîsreyê kir ku ji bo parastina hiqûqa navneteweyî li Rojava berpirsiyariyê bigire.
Ji aliyê SolidaritéS Vaud ve jî axaftin hate kirin; bêdengiya rojava hate rexnekirin û hate gotin ku Swîsre divê li ser Tirkiyeyê zextê bike da ku êrîş bên rawestandin.
BASEL: DIVÊ BERXWEDAN BIDOME
Navendeke din a çalakiyan bajarê Basel bû. Li Claraplatz bi sedan kes kom bûn û heta stasyona navendî meşiyan. Di meşê de gelek caran sloganên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Yek e Yek e Yeke, Gelê Kurd Yek e” û “Bijî Berxwedana YPG û YPJ’ê” hatin berxkirin. Pankart û daxuyaniyên piştgiriya berxwedana Rojava hatin hildan.
Piştî meşê mîtîngek hate lidarxistin. Di axaftinan de bal hate kişandin ser qonaxa êrîşên dagirkeriyê yên li Rojava û hate gotin ku divê li her qadê berxwedan bê mezinkirin. Çalakî bi dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” ve bi dawî bû.
LUGANO: ROJAVA BIPARÊZE!
Bajarekî din ku dengê berxwedana Rojava lê belav bû Lugano bû. Di çalakiya protestoya Civîna Aborî ya Cîhanî (WEF) a li Davosê de, Kurdên li Lugano beşdar bûn û bal kişandin ser êrîşên li Rojava. Ji Meydana Dante ya Lugano heta Meydana Molino meşiyan. Bi pankarta “Rojava Biparêze” û alayên YPG-YPJ ve beşdar bûn û gelek caran dirûşmeyên silavkirina berxwedana Rojava berzkirin.
ZÛRÎH: DIVÊ PIŞTGIRÎ BÊ MEZINKIRIN
Navendeke din a çalakiyan bajarê herî mezin Zûrîh bû. Li Helvetiaplatz çalakvan kom bûn û mîtîngek lidar xistin. Siyasetmedarê Kurd Alî Şimşek axivî û got ku li Rojava ji bo parastina nirxên mirovahiyê berxwedanek tê meşandin. Berpirsiyariya hêzên navneteweyî di êrîşan de anî ziman û got ku bi piştgiriyeke xurt ev êrîş dikarin bên şikandin.
Piştî axaftinan girse li kolanên herî mijûl ên bajêr meşiya. Gelek caran dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava!” hatin berzkirin û bang hate kirin ku berxwedan bi awayekî bêsînorkirî bê domandin.